Serhildana Newrozê ya ku bi dehan salan e li ber kela dîrokî ya Wanê bi agirê Kawayê Hesinkar tê geşkirin, ne tenê pîrozbahiyek, di heman demê de bîra siyasî ya bajêr e. Ji sala 2000î heta roja îro, Newroza Wanê carna bû qada qîrîna azadiyê, carna bû qada berxwedana li dijî qedexe û înkarê û carna jî bû deryaya mirovan a ji bo çareseriyek demokratîk.
Wan ku wekî paytextek Newrozê tê zanîn îsal jî amadekariyên pîrozbahiyan dike. Newrozên Wanê piştî Amedê wekî duyemîn navenda Newrozê tê zanîn. Her sal bi sed hezaran kes diherikin bingya Keleha Wanê û daxwazên gelê Kurd tînin ziman û peyamên xwe didin. Lê sal biborin jî biryara berxwedan û têkoşînê ya gelê Wanê her mayinde ye.
2008: Wan bû qada serhildanê
Di sala 2008an de dewletê xwest bi qedexeyan pêşî li vîna gel bigire. Lê belê, gelê Wanê li dijî biryara Walîtiyê daket qadan. Ew roj li kolanên Wanê “şerê berxwedanê” hebû.
Du cangoriyên Newrozê
Di encama êrişên polîsan de, pîrozbahiyên Newroza 2008an a li Wanê veguherî qada şer û bîlançoyeke giran li pey xwe hişt. Li gorî daneyên hatine tespîtkirin; di êrişên polîsan de Zekî Erînç di roja 23yê Adarê de, Ramazan Dag jî di roja 1ê Nîsanê de li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) jiyana xwe ji dest dan. Hat piştrastkirin ku her du mirin jî di encama birîndarbûna bi guleyên polîsan de pêk hatine.
Bi dehan kes birîndar bûn
Her çend hejmara zelal neyê zanîn jî, hat tespîtkirin ku 70ê jê sivîl û 18 jê polîs, bi giştî 88 kes birîndar bûne. Tê texmînkirin ku gelek birîndar ji ber tirsa lêpirsîn û binçavkirinê neçûne nexweşxaneyan û ev reqam ne di nav bîlançoyê de ne. Piraniya birîndaran bi guleyên çekan û guleyên plastîk birîndar bûne. Her wiha di encama lêdana cop û amûrên wekî wan de jî birîndarbûnên giran çêbûne.
Tabloya binçavkirin û zirara madî
Heya roja 2yê Nîsana 2008an, têkildarî bûyerên Newrozê 199 kes hatin binçavkirin. Di dema bûyeran de camên gelek kargeh û dikanan hatin şikandin. Esnafê Wanê ji aliyê aborî ve zirareke mezin dît û ji ber tirs û aloziyê, esnaf bi rojan neçar ma ku deriyên dikanên xwe venekin. Wanê bi vî agirî bersiv da qedexeyan û di hilbijartinên 2009an de şaredarî bi serkeftineke mezin ji destê AKPê derxist û BDP bi ser ket.
2013-2015: Deryaya mirovan û peyama azadiyê
Di 12 Îlona 2012an de girtiyên PKKî û PAJKî yên di zindanên dewleta Tirk de li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dewletê yên li ser gelê Kurd dest bigireva birçîbûnê kirin. Vê greva ku 68 rojan berdewam kir li ser banga Abdullah Ocalan di 18ê Mijdara 2012an de bi dawî bû. Di 3ê Çileya 2013an de heyeta HDPê ya Îmraliyê ku ji Ahmet Turk û Ayla Akat Atayê pêk dihat, çû Girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.
‘Bila êdî çek bêdeng bibin, raman û siyaset biaxivin’
Di Newroza 2013an de li Amedê rûpeleke nû ya dîrokî hat vekirin. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hem bi Kurdî û hem jî bi Tirkî ji aliyê şandeya HDPê ve hat xwendin. Di peyamê de ev îfadeyên ku bûn destpêka pêvajoya bêşerî û çareseriyê, derketin pêş: “Bila êdî çek bêdeng bibin, bila raman û siyaset biaxivin. Em hatine wê qonaxê ku hêzên me yên çekdar vekişin dervayî sînoran.” Dema ku pêvajoya çareseriyê dest pê kir, Kela Wanê bû şahidê dîmenên herî bi heybet. Bi sed hezaran kes bi rengên kesk, sor û zer herikîn qada Newrozê. Peyama Abdullah Ocalan ya li Amedê hatibû xwendin, li Wanê bi coşeke bêhempa hat silavkirin. Wan salan pîrozbahî veguherî festîvala neteweyî. Tu mudaxile nebû, tenê dengê zengilên govendê û tilîliyên dayikan li asîmanê Wanê olan dida.
2024: Ji Newrozê ber bi serketina 14-0
Newroza 2024an wekî bersiva gel a li dijî polîtîkayên qeyiman di dîrokê de cih girt. Tenê 10 roj beriya hilbijartinan, gelê Wanê li qada Newrozê “ferman” da: “Em ê şaredariyên xwe paşve bigirin!” Ev Newroz bû mizgîniya serketina mezin a hilbijartina xwecihî ya 31ê Adarê ku DEM Partiyê her 14 şaredariyên Wanê jî bi dest xistin.
Newroza Wanê bi hin sembolên xwe yên taybet tê naskirin ku her sal li qadê dibiriqin;
* Kela Wanê: Ew kela ku agirê yekem lê tê vêxistin, nîşaneya serbilindiya gelê Wanê ye.
* Kiras û Fistan: Jinên Wanî bi rengên biharê, dibin sembola parastina çand û nasnameyê.
* Agirê Pîroz: Agirê ku ji aliyê Dayikên Aşitiyê ve tê dadan, ne tenê germî ye, ronahiya azadiyê ye.
* Tilîlî: Ew dengê ku li hemberî tank û topan her tim bilind dibe vîna jinên Kurd nîşan dide.













