Hesabên Xê yên MA, Jinnews û Yenî Yaşamê li Tirkiyeyê hatin astengkirin.
Hesaba Xê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya @Maturkce li Tirkiyeyê hate astengkirin. Têkildarî astengkirina hesaba ku 263 hezar şopînerên wê hene, tu agahî nehatin parvekirin. Dîsa hesabê malpera JINNEWSê yê Xê @jinnewsturkce asteng kirin. Ji aliyê din ve duh ketina hesabên ajansa Jinnewsê yên Înstagram û YouTubeyê jî hatibû astengkirin.