Di encama êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser baregehên Heşdî Şabî yên li Xurmatû û Bexdayê de gelek endamên rêxistinê jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
DYA û Îsraîlê baregehên Haşdî Şabî yên li navçeya Xurmatû û Bexdayê bombebaran kir. Qeymeqamê navçeya Xurmatû Zulfîkar Heyder bi daxuyaniyek çapemeniyê ragihand ku çar car êriş li ser baregehên Heşdî Şabî yên li sînorê Xurmatû pêk hatine. Zulfîkar Heyder diyar kir ku di encama êrişê de birîndar çêbûne.
Li Bexdayê 6 kes hatin kuştin
Rojnameya Şerq el-Ewset jî ragihand ku duh êvarî êrişî li ser maleke li herêma Keradê ya li sînorê Bexdayê ku ji aliyê tabûrên Hizbullahê ve dihate bikaranîn, hate kirin û di encamê de 3 çekdar hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.
Her wiha hate ragihandin ku piştî du saetan li herêma Belediyat a Bexdayê wesayîtek hatiye bombebarankirin û her sê rêwiyên di wesayîtê de hatine kuştin. Her wiha rayedarên Eshab el-Kehf kuştina endamên xwe piştrast kir ku daxuyand ku dê tola wan li erdê nemîne.
Eshab el-Kehf bi daxuyaniyekê berpirsiyariya êrişên duh şev li ser Hewlêrê hatine kirin jî girte ser xwe. Rêxistinê duh bi şev gelek deverên sivîlan ên li Hewlêrê bi dronan hedef girtibû.













