Amed – Seroka MKGê Roza Metîna û Hevserokê DFGê Selman Çîçek ku bertek nîşanî polîtîkayên zext û sansûrê yên dewletê yên li dijî rojnamegeran dan, destnîşan kirin ku desthilat ji heqîqetê ditirse û gotin: “Heta ku çapemenî azad nebe pêvajoya aştî û demokrasiyê bi pêş nakeve.”
Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd di 27ê Sibata 2025an da dest pê kirin didome. Komîsyona Meclisê ku di çarçoveya pêvajoyê de hatibû avakirin têkildarî pêvajoyê raporeke berfireh amade kir û bi raya giştî re parve kir. Di nava raporê de qala gelek mijaran hate kirin. Yek ji van mijaran jî azadiya çapemeniyê ye. Komîsyon di rapora xwe de diyar dike ku her cure rexne, îtîraz û daxwazên di nava sînorên hiqûqî de dimînin weke parçeyek ji jiyana demokratîk tê parastin û divê qanûnên têkildarî çapemenî û weşanê di ber çavan re bên derbaskirin. Komîsyonê her wiha anî ziman ku ramanên ku sînorên ragihandinê derbas nakin û bi armanca rexneyê hatibin gotin ne sûc in. Li gorî vê hukmê qanûnên ku di pêkanînê de azadiya çapemeniyê bi sînor dikin di çarçoveya rêgezên teqeziya hiqûqî û pêşbiniyê de ji nû ve bên nirxandin. Lê tevî pêvajoya heyî û van xalên di rapora komîsyonê de derbas dibin jî polîtîkayên zext, sansur, girtinê yên desthilata AKP-MHPê yên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad û medyaya muxalîf bi awayekî sîstematîk didomin. Li gorî raporên DFGê û MKGê yên meha sibatê jî li dijî rojnamegeran bi dehan binpêkirinên mafan hatine kirin.
Seroka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna û Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek, der barê binpêkirinên mafan ên di qada medyayê û têkoşîna rojnamegeran de ji ajansa me re axivîn.
‘Li ser şopa Mûsa Anter û Gurbetellî Ersoz têkoşîn didome’
Seroka MKGê Roza Metîna, anî ziman ku êrîşên li ser Çapemeniya Azad ji berê ve didomin û wiha axivî: “Êriş û zextên li ser Çapemeniya Azad ji qedexekirina rojnameya Kurdistanê ya di dema Osmaniyan de heta îro berdewam dikin. Îro jî heman zîhniyet li ser kar û xebatkarên medyayê yên li ser şopa pêşengên wekî Mûsa Anter û Gurbetellî Ersoz têkoşîna xwe didomînin zextan didomîne.”
‘Pênûsên heqîqetê tu carî serî natewînin’
Di berdewamiya axaftina xwe de Roza Metîna diyar kir ku desthilat bi qanûnên sansûrê dixwaze hemû civakê manîpule bike û wiha domand: “Dixwazin civakeke ku ji rastiyê dûr e derxin holê. Çapemeniya Azad rastiya civakê, jinan û ciwanan derdixe pêş; ji ber vê yekê rojnamegerên Kurd dibin hedef. Her wiha jinên rojnameger li dijî zextên dewletê û li dijî zîhniyeta baviksalar a civakê şerekî mezin didin. Tevî hemû binçavkirin û tundiyê jî ew qadên xwe bernadin û dê pênûsên heqîqetê tu carî serî netewînin.”
‘Naxwazin gel dengê rastiyê bibîhize’
Hevserokê DFGê Selman Çîçek jî destnîşan kir ku desthilat xwebûna xwe li ser veşartina heqîqetê û polîtîkayên şer ava kiriye û wiha bi lêv kir: “Bi qanûna sansûrê qadên dîjîtal û saziyên wekî Ajansa Mezopotamyayê û Jin News dibin armanca qedexeyan. Li ser medyaya civakî naxwazin gel dengê rastiyê bibihîze. Medyaya dîjîtal qadeke wisa ye ku bi hêsanî nayê kontrolkirin û derfetê dide her kesî ku nêrîn û rastiyan lê parve bike; ji ber vê yekê ji bo desthilatdariyê wekî metirsiyekê tê dîtin.”
‘Rojnamegerî ne sûc e’
Selman Çîçek bal kişand ser rapora ku di Komîsyona Meclisê de hate parvekirin û got: “Ji aliyekî ve di raporên Meclisê de tê destnîşankirin ku rojnamegerî ne sûc e, ji aliyê din ve zextên li ser rojnamegeran zêde dibin. Ev yek nîşan dide ku samîmiyet tune ye. Pîşeya rojnamegeriyê pêwîst dike ku mîkrofon ji her kesî re were dirêjkirin; rojnamegerek dikare hem bi Cemîl Bayik, hem bi Tayyîp Erdogan û hem jî bi Ozgur Ozel re hevdîtinê bike. Saziyên wekî Ajansa Anadoluyê nûçeyên alîgir dikin, lê gava rojnamegerên azad wekî wan tevnagerin, tên girtin. Mînak rojnamevan Nedîm Oruç tenê karê xwe yê rojnamegeriyê kir û rastî nivîsand, lê saziyên wekî Ajansa Anadoluyê li gorî berjewendiyên desthilatdariyê tevdigerin û nûçeyên alîgir çêdikirin. Dema rojnamevanên azad naxwazin wekî wan tevbigerin, tên binçavkirin û girtin.”
‘Heta ku rojnamevan azad nebin pergalek demokratîk jî ava nabe’
Selman Çîçek axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Li gorî raporên heyî, tenê di nava mehekê de bi dehan binpêkirinên mafan, astengkirin, binçavkirin û girtinên li dijî rojnamevanan derketine holê. Binçavkirin û girtina rojnamevanan tabloyek e ku li tu welatekî demokratîk nayê qebûlkirin. Lê mixabin, ev nêzîkatî li Tirkiyeyê veguheriye kiryareke asayî û Tirkiyeyê dikişîne nav lîsteya welatên xwedî rejîmên dîktator û despotîk, ên wekî Çîn, Rûsya û Îranê, ku azadiya derbirînê tê de bi tevahî hatiye sînordarkirin. Ji ber vê yekê, azadiya çapemeniyê şertê bingehîn ê demokrasiyê ye û heta ku rojnamevan û civak azad nebin, avakirina sîstemeke demokratîk ne pêkan e. Heta çapemenî azad nebe pêvajoya aştî û demokrasiyê bi pêş nakeve.”












