Hevserok û rêveberên saziyên çand û ziman ên li Îzmîrê diyar kirin ku demokrasî bi nasîna mafên Kurdan pêkan e, ji bo vê jî divê 21ê Sibatê veguhere roja têkoşînek xurt û êdî dem dema dibistanên Kurdî ye.
Bi rasthatina 21ê Sibatê Kurd îsal jî li qadan daxwaza perwerdehî û statuya zimanê xwe dikin. Kurd zimanek hilbijartî ango bijarte naxwazin, ew dixwazin zimanê wan bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Lewma 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê wek roja têkoşîna zimanê xwe tê dîtin. Bi taybetî li bajarên Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê gelê Kurd ji bo parastina zimanê xwe di nav têkoşîn û berxwedanê de ye û bang li dewletê dikin ku zimanê Kurdî di destûrê de were bicihkirin.
Hevserokê Komeleya Ziman a Avestayê ya Îzmîrê Ramazan Kaygisiz, Rêvebirê Komeleya Lêkolînên Çand, Wêje, Ziman û Dîroka Kurdan a Îzmîrê Mahmût Alpşen û Hevserokê Komeleya Dêrsimiyan a Çand û Piştevaniyê Hasan Alî Kiliç bi boneya 21ê Sibatê ji Ajansa Welat (AW) re axivîn û bang li gelê Kurd kirin ku divê 21ê Sibatê bikin qada têkoşîna zimanê Kurdî û destnîşan kirin ku heta Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê wê berxwedana xwe bidomînin.
‘Demokrasî bi nasîna mafên Kurdan pêkan e’
Ramazan Kaygisiz Hevserokê Lêkolînên Çand û Ziman Avestayê diyar kir ku gelê Kurd dixwaze, li dinyayê gelên din xwedî çi mafan bin ew jî xwedî wan mafan bin û got: “Ne ji vê zêdetir ne jî kêmtir. Îro li Tirkiyeyê pêvajoyek li dar e, em hêvîdar in ev pêvajo bibe wesîleya xweşî û aramiyê. Em dixwazin rayedarên Tirkiyeyê tiştên ku bi salane têne serê gelan bidin ber çavan û li gorî wê gavan bavêjin û di polîtikayên ku datînin pêşiya xwe de aramiyê esas bigrin. Di vê pêvajoyê de tişta dikeve ser milê me jî divê em di doza xwe ya mafên bingehîn de ji berê zêdetir têbikoşin. Divê em bi awayeke cemawerî roja 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî dakevin qadan û doza çand, ziman û dîroka xwe bikin.”
Ramazan Kaygisiz derbirî ku mijara dersên bijarte ên li dibistanên navîn ji me re ne çareseriyek e, helbet destkeftiye lê wekî êşbirekê ye û heta zimanê me nebe zimanê fermî û perwerdeyê êşa me wê bidome û ev yek anî ziman: “Çareserî ew e ku gelê Kurd bighîje mafên xwe yên mirovî, divê dewlet baş bizani be ku demokrasî jî ancax bi nasîna mafên kurdan dikare pêk were. Divê bêhtir rê li ber diyalogê vebe ji bo vê gava yekem ew e ku girtiyên siyasî û nexasim birêz Ocalan ji mafê hêviyê sûd wergirin. Ev hemû girêdayî hev in, divê destpêkê kesên ku ji ber doza mafên bingehîn ên Kurdam hatine girtin, bêne berdan û ev kes di qada siyasî de cihê xwe bigrin.”

‘Divê em 21ê Sibatê veguherînin qada têkoşînê’
Rêveberê Komeleya Lêkolînên Çand, Wêje, Ziman û Dîroka Kurdan Mahmût Alpşen jî diyar kir ku 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî rojeke taybet e, taybetbûna xwe ji şehîdên zimanê Bengalî digire ku sala 1952an Bengalî ji bo zimanê xwe têkoşiyan û şehîd dan û got: “Me jî ji bo zimanê xwe gelek şehîd dan lewma divê ev roj wekî rojeke cejnê neyê penase kirin û lazim e em vê rojê veguherînin qada têkoşînê û têkoşîna xwe bilindtir bikin.”
Mahmût Alpşen destnîşan kir ku qala dersa bijarte ya kurdî tê kirin lê ez vê wekî çareserî pênase nakim û got: “Divê em ji bo çareseriyeke bi rêk û pêktir têbikoşin divê em qîma xwe tenê bi derseke bijarte neyinin ji ber ku hîn jî me mafê xwe bi dest nexistiye û heta me mafê xwe yê bingehîn bi temamî bi dest xist divê em her maleke xwe bikin dibistanek û li wir wekî ku çawa em ev komele kiriye dibistana çand, ziman, wêje û dîroka xwe divê malen me jî wisa bin.”
Mahmut Alpşen dawiya axaftina xwe de wiha banga li saziyên çand û ziman kir: “Ev roj roja têkoşînê ye, divê em li Îzmîrê wekî saziyên çand û ziman xwe bêhtir bighînin hev û ji bo mafên xwe ên mirovî bibin yek deng. Saziyên Kurdan bi hev re kar û xebatan li ser nirxên xwe yên hevpar nameşînin pêwîst e em li ser nirxên hevpar bicivin û rêyekê deynin pêşiya xwe.”

‘Pêdivî bi dibistanên Kurdî heye’
Hevserokê Komeleya Dêrsimiyan a Çand û Piştevaniyê Hasan Alî Kiliç jî diyar kir ku li dinyayê gelek gel bi zimanê xwe diaxivin, lê mixabin Kurd ji vê kêm dimînin û wiha got: “Em dixwazin bi rêya kursan zimanê xwe pêş bixin, lê ev kar bi saetek an du saetan nabe. Pêdivîya me bi dibistanên ku perwerdeya bi zimanê dayikê didin heye. Ji bo vê jî yekîtî lazim e. Li dijî vê qirkirina çandî, divê em bi awayeke yekgirtî xwedî li her nirxê xwe derkevin. Kirmanckî niha di bin xetereya windabûnê de ye. Em navên bi zimanê xwe li zarokên xwe nakin, navên gundên xwe bi zimanê xwe bi lêv nakin. Eger wisa bidome, asîmîlasyon dê hîn kûrtir bibe. Divê em xwedî li dîrok û çanda xwe derkevin da ku zimanê me winda nebe.”














