• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Îsraîlê cardin Beyrûd bombebaran kir: Avahî hilweşiyan

    Îsraîlê cardin Beyrûd bombebaran kir: Avahî hilweşiyan

    Di navbera Hikûmeta Demkî û HSDê de pêguhertina girtiyan destpê kir

    Di navbera Hikûmeta Demkî û HSDê de pêguhertina girtiyan destpê kir

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 4ê ADARa 2026an

    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

    Li Dihê şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin

    Li Dihê şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin

    Êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin

    Êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Îsraîlê cardin Beyrûd bombebaran kir: Avahî hilweşiyan

    Îsraîlê cardin Beyrûd bombebaran kir: Avahî hilweşiyan

    Di navbera Hikûmeta Demkî û HSDê de pêguhertina girtiyan destpê kir

    Di navbera Hikûmeta Demkî û HSDê de pêguhertina girtiyan destpê kir

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 4ê ADARa 2026an

    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

    Kurê Xameneyî bû rêberê olî yê Îranê

    Li Dihê şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin

    Li Dihê şahiya dengbêjiyê hate lidarxistin

    Êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin

    Êrişî Hewlêr û Silêmaniyê hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Em li dijî êrişan yekîtiya xwe ava bikin

Mahmût Altintaş / AW

13 ÇILE 2026 - 10:54
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç têkildarî êrişên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û xwepêşendanên li Rojhilatê Kurdistanê anîn ziman ku li dijî êrişan û bi destxistina mafan ji bilî yekîtiya neteweyî tu çareserî tune ye.

Komên çete yên girêdayî HTŞê û Tirkiyeyê bi çekên giran êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin û komkujî pêk anîn. Li dijî êrişên 2 dewletan li 2 taxên Kurdan 6 rojan berxwedaneke bêhempa nîşan da. Piştî 6 rojên êrişan ji bo parastina welatiyên sivîl û ji bo kesên birîndar li nexweşxaneyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin agirbest hat ragihandin. Piştî agirbestê welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li bendê ne ku bi awayekî ewle vegerin cih û warên xwe. Gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê li dijî êrişan daketin qadan û dengê xwe bilind kirin. Piştî êrişên li dijî taxên Kurdan û xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê ya herî zêde derdikevê pêş û nîqaşkirin, yekitiya neteweyî ya gelê Kurd e.

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk di 11ê Nîsana 2025an de li Bakurê Kurdistanê ava bû. Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ji avabûnê vir ve li Bakurê Kurdistanê xebatên yekîtiyê didomîne. Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kaçmaz ji Ajansa Welat re axivîn û bal kişandin ser êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û diyar kirin ku bi van geşedanan re pêwîstî bi yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd heye.

‘Ji ber ku Kurdbûn rastî êrişan hatin’

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît anî ziman ku sedema êrişên li dijî taxên Kurdan jiholêrakirina destkêftiyên Kurdan e û û wiha got: “Bi sed salan e gelê Kurd li ser axa xwe tê tunehesibandin û rastî êrişan tên. Êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî ji ber Kurdbûnê ye. Ew gel li ser axa xwe ne. Lê ji ber ku Kurd in êrişî wan dikin. Li Rojava bi berxwedaneke mezin pergaleke demokratîk hat avakirin. Ew pergal ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû netew û baweriyên Sûriyeyê hat avakirin. Ew pergal ji aliyê netew dewletan ve rastî êrişan tê. Êrişên li Şêxmeqsûd jî ne tenê hikûmeta demkî ya Şamê kir, netew dewlet jî di nav de hebûn. Dema mijar dibe gelê Kurd û destkêftiyên Kurdan netew dewlet êriş dikin û naxwazên gelê Kurd bi gelan re jiyaneke azad û wekhev bijî. Ji bo ku gel dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe rastî êrişan tên.”

‘Ji bo berjewendiyên Kurd divê em yekîtiya xwe ava bikin’

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bi lêv kir ku li dijî êrişan hewcehî bi yekîtiya neteweyî heye û wiha pê de çû: “Tevî ewqas êrişan jî weke gelê Kurd û partiyên Kurd, em hê jî nikarin yekîtiya xwe ava bikin. Ji bo wê jî divê em xwe renxe bikin. Çawa di dema Kobanê de gelê Kurd yekîtiya xwe xurt kir û Kobanê parast. Divê niha jî dîsa gelê Kurd yekîtiya xwe xurt bike. Erê li çar aliyên Kurdistanê li dijî van êrişan helwestek derket lê ew tenê têrê nake. Divê em zêdetir werin cem hev û yekîtiya xwe nîşanî hemû cîhanê bidin. Divê ev sed sal bibe sedsala Kurdan. Ew jî bi yekîtiyê çêdibe. Em xwedî çi fikir û ramanê bin jî ji bo berjewendiyên Kurd divê em yekîtiya xwe ava bikin.”

Ji bo xebatên yekîtiya neteweyî dê di 17ê Çileyê de bicivin

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît da zanîn ku ji bo xebatên yekîtiya neteweyî ew dê di 17ê Çileyê de civîna xwe ya yekem li dar bixin û wiha axivî: “Weke Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li Bakurê Kurdistanê xebatên me didomin. Em li ser pirsgirêkên civakî jî xebatên xwe didomînin. Di 17ê Çileyê de em ê li Amedê civîna xwe ya giştî ya yekemîn li dar bixînin. Em ê di vê civînê reziknameya xebatên xwe yên 6 mehan raxin ber çavan. Ji bo yekîtiyê çi xebat pêwîst in, kîjan xebat dê ji kongreyeke neteweyî re zemîneke xurt ava bike em ê li ser wê rêziknameyek pêk bînin û dest bi xebatan bikin. Hîn partî hene tev li Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk nebûne. Bi wan re jî danûstandinên me didomin. Em dixwazin ew jî tev li me bibin. Ji bo li dijî van êrişan em yekîtiya xwe ava bikin û di bin sîwanekê de bên cem hev hewce em yekîtiya xwe ava bikin. Niha li Rojhilatê Kurdistanê xwepêşendanên gel hene. Li Rojava êriş hene. Li Bakurê Kurdistanê jî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heye. Ev hemû giredayî hev in. Li Rojava şer hebe. Em nikarin li Bakur qala aştiyê bikin. Yanî hemû bandor li hev dikin. Ji ber wê jî divê em ji bo destkêftiyên gelê Kurd yekîtiya xwe ava bikin. Divê hemû partiyên Kurdistanê werin cem hev û ji bo berjewendiyên gelê Kurd bi yek helwestê tevbigerin. Banga me jî ji hemû partiyên Bakurê Kurdistanê jî ew e ku werin di bin sîwana înîsiyatîfa de cih bigirin.”

‘Çareseriya Kurdan yekîtiya neteweyî ye’

Hevberdevkê Înîsiyatîfê Mehmet Kamaç jî bal kişand ser êrişên hovane yên li dijî taxên Kurdan û got: “Li dijî êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berxwedaneke bêhempa hat dayîn. Kurdan ne tenê taxên xwe rûmeta mirovahiyê parast. Bi van êrişan xwestin darbeyeke mezin li gelê Kurd bixin. Di Rojhilata Navîn de jî hat fêmkirin ku hêzên hovane her çiqas weke hikûmeta demkî ya Şamê li ser karbin jî ev hişmendiya wan neguheriye. Ev hişmendiya qetilker li Şamê zindî ye. Piştî şerê cîhanê dema Rojhilata Navîn hat dîzayn kirin Kurdan yekitiya xwe pêkneynî. Ew serpehatiyên derbasbûyî jî encama pêkneanîna yekitiya Kurdan bû. Niha jî Rojhilata Navîn careke din tê dîzayn kirin. Ji bo vê sedsalê jî em rastî pişaftin, qirkirinê neyên di vê sedsala dîrokî de divê em yekitiya xwe pêkbînin. Li Rojava êrişên li ser taxan li dijî hebûna Kurdan e. Xwestin bi Helebê destkêftiyên Kurdan tune bikin. Li Rojhilat jî xwepêşandanê gel li dijî rejîma înkarker ku Kurdan darve dike berdewam dike. Li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya birêz Abdullah Ocalan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk didome. Ew êrişên li ser Rojava jî bi piştgiriya Tirkiyeyê pêktên. Li dijî Kurdan êriş û qirkirin berdewam dike. Di vê sedsalê de çareseriya Kurdan yekitiya neteweyiyê. Ji bilî vê yekê tu rê tune ye. Divê ew êriş bibin sedema yekîtiyê. Fikir û remanên me çi bin jî li dijî van êrişan em yekîtiya xwe ava bikin.”

‘Keç û xortên Kurd li dijî 2 dewletan 6 roj li ber xwedan’

Mehmet Kamaç destnîşan kir ku ji bo gelê Kurd sedsaleke din jî ji dest neçe divê yekîtiya neteweyî pêk bînin û ev bang li partiyên Kurd kir: “Heke di vê sedsalê de em yekîtiya xwe ava nekin, mixabin ew serpehatiyên sedsala derbasbûyî dê careke din dubare bibin. Em weke Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bang li partiyên Kurd, Kurd û Kurdistaniyan dikin ku ji bo berjewendiyên Kurdistanê yekîtiya xwe ava bikin. Di vê sedsalê de em yekîtiya xwe ava bikin û di vê sedsalê de mafên xwe bi dest bixin. Divê kes vê yekê ji bîr neke; Li Helebê li dijî 2 taxan 2 dewletan bi piştgiriya hezên navneteweyî êriş kir. Lê tevî vê yekê jî 6 rojan berxwedaneke bêhempa hat dayîn. Heke Kurd li ser vê yekê yekîtiya xwe ava bikin û li ber xwe bidin serkêftin dê bibe ya Kurdan. Weke Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk em xebatên xwe didomînin. Em bang li hemû partiyan dikin ku werin di nav vê înîsiyatîfê de cihê xwe bigirin ku bila ev bibe bingeha kongreyeke neteweyî. Heke gelek li Rojhilata Navîn bijî û rastî qirkirinek were çareserî tenê di yekîtiyê de ye. Heke em li Bakurê Kurdistanê yekîtiya xwe pêk bînin bandora wê dê li ser çar aliyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn jî bike. Heke kongreya neteweyî ya Kurd pêk were hemû Rojhilata Navîn dê hêza Kurdan jî bibîne.”

Etîket: Gulcan Kaçmaz SayyîgîtHevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz SayyîgîtHevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet KamaçÎnisiyatifa Yekîtiya DemokratîkMehmet KamaçYekitiya Neteweyî ya Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ahmet Karamus: Şerê li Îranê êdî yekîtiya Kurdan ferz dike

Ahmet Karamus: Şerê li Îranê êdî yekîtiya Kurdan ferz dike

2 ADAR 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Kobanê warê şînbûna yekîtiya neteweyî ye

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo entegrasyona demokratîk pêdivî bi qanûnên aştiyê heye

27 SIBAT 2026
Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Hewldanên bênavber ên Ocalan ji bo yekîtiya Kurdan – 3

Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Hewldanên bênavber ên Ocalan ji bo yekîtiya Kurdan – 3

26 SIBAT 2026
‘Gelê Kurd dikare bi yekîtiyê xwe biparêze’

‘Gelê Kurd dikare bi yekîtiyê xwe biparêze’

21 SIBAT 2026
Hunermend: Kurd dikarin bi ruhê çand û hunera xwe yekîtiyê ava bikin

Hunermend: Kurd dikarin bi ruhê çand û hunera xwe yekîtiyê ava bikin

19 SIBAT 2026
Gelê Kurd yekîtiya xwe ava kir: Çima yekîtiya siyasî pêk nayê?

Gelê Kurd yekîtiya xwe ava kir: Çima yekîtiya siyasî pêk nayê?

11 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Jinên TJAyî: Pêvajo ji bo mezinkirina têkoşîna jinê fersendek mezin e

    Jinên TJAyî: Pêvajo ji bo mezinkirina têkoşîna jinê fersendek mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sema Çaglak: Cil û bergên me nasname, çand û hebûna me ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Oremar: Gel ji Îsraîl û DYAyê bawer nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Dildar bi kîjan zimanî bixwazin em ê pirtûka wan bideng bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 27ê Sibatê heta Îro: Mudaxeleya Ocalan a Sûrî û nêrînên wî yên li ser qeyrana Rojhilata Navîn – 7

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rihan Loqo: Şoreşa Jinê ji bo tevahî tevger û rêjistinên jinan bû mînak

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji jinên girtî re fularên 8ê Adarê şandin: Ruhê 8ê Adarê di nava diwaran de nayê sekinandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (135)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne