• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
12 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    HSDê îdaya êrîşa li Dêr Hafirê derewand

    HSD: Li herêmê tevgera balafirên dewleta tirk heye

    Ciwanên Amedê ji bo Helebê derketin kolanan

    Ciwanên Amedê ji bo Helebê derketin kolanan

    Cenazeyê Ziyad Heleb gihîşt Kobanê

    Cenazeyê Ziyad Heleb gihîşt Kobanê

    Di êrîşa li ser Siwêydayê de 4 kes birîndar bûn

    Di êrîşa li ser Siwêydayê de 4 kes birîndar bûn

    IHRNGO: Dibe ku li Îranê zêdetirî du hezar kes hatibin kuştin

    IHRNGO: Dibe ku li Îranê zêdetirî du hezar kes hatibin kuştin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    HSDê îdaya êrîşa li Dêr Hafirê derewand

    HSD: Li herêmê tevgera balafirên dewleta tirk heye

    Ciwanên Amedê ji bo Helebê derketin kolanan

    Ciwanên Amedê ji bo Helebê derketin kolanan

    Cenazeyê Ziyad Heleb gihîşt Kobanê

    Cenazeyê Ziyad Heleb gihîşt Kobanê

    Di êrîşa li ser Siwêydayê de 4 kes birîndar bûn

    Di êrîşa li ser Siwêydayê de 4 kes birîndar bûn

    IHRNGO: Dibe ku li Îranê zêdetirî du hezar kes hatibin kuştin

    IHRNGO: Dibe ku li Îranê zêdetirî du hezar kes hatibin kuştin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Hevdîtin têrê nake, divê azadî pêk were’

Amed / AW

26 MIJDAR 2025 - 08:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Welatiyên Amedê çûyîna endamên Komîsyona Meclîsê ya cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin û welatiyan diyar kir ku divê piştî vê hevdîtinê dewlet êdî gavên şênber biavêje.

Endamên Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîlî ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re roja 24ê Mijdarê berê xwe dan Girava Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn. Endamên Komîsyonê Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Parlamenterê AKPê Huseyîn Yayman û Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re rû bi rû hevdîtinê pêk anîn. Tê gotin ku hevdîtinê 3 saetan berdewam kiriye.

Har zanîn ku di hevdîtinê de li ser hûrgiliyên pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” axaftin û nîqaş hatine kirin. Heta niha derheqê naveroka hevdîtinê e daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Li ser eşkerekirina girtekên hevdîtinê jî nîqaş berdewam dikin. Bê ka gelo Komîsyon di civîna xwe de li ser eşkerekirina girtekan çi biryarê dide.

Hemwelatiyên Amedê hevdîtina Komîsyonê ya li gel Abdullah Ocalan nirxandin û diyar kirin ku hevdîtinên veşartî nayên qebûlkirin û xwestin nêrîn û fikra Ocalan ji raya giştî re bê eşkerekirin. Her wiha welatiyan bal kişand ser azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û gotin heya ku Abullah Ocalan azad nebe civak jî azad nabe.

‘Çûna Komîsyonê ya Îmraliyê tiştekî baş e’

Reşehat Ada derheqê çûyîna komîsyonê ya cem Ocalan de wiha got: “Komîsyon çû hevdîtinê, ev tiştekî pirr baş e. Aştiyeke bi rûmet dê çêbe. Bila her kes baş bizanibe heya Serokê me azad nebe, welatê me û girtiyên me yên siyasî jî azad nabin. Gelê me jî civak jî azad nabe. Lê ku gavên erênî ji aliyê dewletê ve neyê avêtin em qebûl nakin. Em ê heya azadiyê li ber xwe bidin.”

‘Bila gel bizanibe çi diqewime’

Bozan Baran jî gazinên xwe li dijî neeşkerekirina naveroka hevdîtinê anî ziman û got: “Çima veşartî diçin, bila bi eşkere biçin. Em nizanin çi hatiye axaftin, ku li gorî xwe biaxivin, em ê çawa baweriya xwe bi dewletê bînin. Bila êdî mafên Kurdan nas bikin. Em dixwazin bila her tişt bi gel re jî were parvekirin ku gel jî bizanibe çi diqewime.”

‘Azadiya wî azadiya me ye’

Almast Bagci jî bal kişand ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev yek anî ziman: “Bila Serok Apo û hemû girtiyên me werin berdan. Bila êdî aştî çêbibe û Serokê me û girtiyên me bigihîjin azadiya xwe.”

‘Bi hevkariyê aştî çêdibe’

Welatiyê bi navê Vedat Soyal jî anî ziman ku bi hevkarî û yekîtiyê aştiyek mayinde dikare pêk were û got: “Çûyîna Komîsyonê ya Girava Îmraliyê, tiştekî pirr baş e û em ê bi ser bikevin. Pêvajo li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi hevkariya Devlet Bahçelî li pêş ket. Em çûyîna komîsyonê jî gelek erênî dibînin. Em dixwazin êdî di civakek azad de bijîn.”

‘Bila ew jî biratiya me qebûl bikin’

Muhammed Yilmaz jî got: “Heyet çûye Girava Îmralê, ev ev tiştekî pirr baş e. Abdullah Ocalan 27 sal in di girtîgehê de ye ev jî îradeyek pirr bi hêz e. Mirovek nikare ewqas sal tenê bimîne. Çawa ku em bi çavê biratiyê li gelê Tirk dinêrin, bila ew jî wisa me qebûl bikin.”

‘Azadiya Serok Apo dê pirsgirêkan çareser bike’

Welatiyê bi navê Omer Şahîn jî got: “ Bila êdî Serok Apo azad bibe, dema ku Serok Apo azad be êdî pirsgirêk jî li holê namînin. Xwîn bi xwînê nayê paqijkirin, ji bo wî jî êdî bila azadî were vî welatî.”

Etîket: Abdullah Ocalanazadiya fizîkî ya Abdullah OcalanGirava ÎmraliyêKomîsyona Demokrasî Xwişk-Biratiyê û Hevgirtina Milî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan: Divê hiqûq ji nû ve were sazkirin

Di nameya Ocalan a ku Hakan Fîdan behsa wê dike de çi heye?

9 ÇILE 2026
Ayşegul Dogan: Deriyê Îmraliyê vekin bila şer bi dawî bibe

Ayşegul Dogan: Deriyê Îmraliyê vekin bila şer bi dawî bibe

8 ÇILE 2026
Ocalan, Aykol bi bîr anî: Her dem şoreşgerek mînak bû

Ocalan, Aykol bi bîr anî: Her dem şoreşgerek mînak bû

2 ÇILE 2026
Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

Di sala 2025an de çi bû û sala 2026an li benda çi ye?

31 KANÛN 2025
Bang û nameyên Abdullah Ocalan ên 2025an

Bang û nameyên Abdullah Ocalan ên 2025an

31 KANÛN 2025
Ji bo Abdullah Ocalan straneke nû hat çêkirin

Ji bo Abdullah Ocalan straneke nû hat çêkirin

30 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (387)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne