Şandeya DEM Partiyê bi Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtin kir. Endamê şandeyê Sirri Sureyya Onder diyar kir ku dê hefteya pêş bi partiyên din ên koma wan li Meclisê hene re jî hevdîtinê bikin.
Hevdîtina Serokwekîlê Meclisê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder, Parlamenter Pervîn Bûldan û siyasetmedar Ahmet Turk a bi Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş re bi dawî bû. Hevdîtin, nêzî saetekê domiya.
Endamê şandeyê Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtinê daxuyaniyeke kurt da. Onder, diyar kir ku wan di hevdîtinê de naveroka hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û pêşniyarê Abdullah Ocalan ragihandine û wiha got: “Niha jî dê bi birêz Bahçelî re bidome. Bawerim em ê di roja duşemê de bi Partiya Gel a Komarê (CHP), AKPê û partiyên din ên siyasî yên koma wan li Meclisê re hevdîtinê bikin. Piştî van hevdîtinan jî dê şandeya me daxuyaniyeke berfirehtir bide.”
Onder, anî ziman ku hevdîtina wan a bi Kurtulmuş re “baş” derbas bûye. Ji bo pirsa “Gelo hûn ê bi Serokkomar Erdogan re hevdîtinê bikin?” jî got: “Li ser tê axaftin.”
Şande dê saet di 15.00’ê de bi Bahçelî re hevdîtinê bike.