Hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoğlu re destpêkir.
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoğlu destpêkir. Endamên heyetê ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê li navenda giştî ya Partiya Gelecekê bi Ahmet Davutoğlu re hevdîtin dikin.
Heyet ji aliyê Ahmet Davutoğlu û parlamenterên Gelecekê ve li ber derî hatin pêşvazîkirin. Piştî hevdîtinê dê daxuyanî ji çapemeniyê re bê dayin.














