Hevdîtina heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Ozgur Ozel ku dê roja seşemê pêk bihata hat taloqkirin.
Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol dê roja seşemî li navenda giştî ya CHPê bi Serokê Giştî Ozgur Ozel re hevdîtin bikira. Hevdîtin ji ber şeredara Şehzadeyan a Manîsayê Gulşah Durbay jiyana xwe ji dest da, ji rojên pêş re hat taloq kirin.













