Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya li Îmraliyê ku bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re pêk anî bi dawî bû.
Şandeya ku ji 7 kesan pêk te, piştî çûn li Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin, hevditîn bi dawî bû. Şande piştî hevdîtine ji Girava Îmraliye vedigere.
Şandeya ku ji 7 kesan pêk tê ji bo bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin serê sibê çû Girava Îmraliyê. Şandeya ku ji 7 kesan pêk bê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevditin kirin û hevdîtin bi dawî bû. Di nava şandeyê de siyasetmedar Ahmet Turk, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari, wekîlên DEM Partiyê Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Cengîz Çîçek û parêzerê OHD Faîk Ozgur Erol cih digirin. Çapemeniya DEM Partiyê diyar kir ku şandeyê piştî hevditin kirin vedigerin Stenbolê. Tê payin ku şande saet di 17.00an de li Stenbole daxuyaniyê bide çapemeniyê û banga bi vîdeo ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve bike.