Hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de bi hatina şandeya Şamê dest pê kirin.
Di çarçoveya lihevkirina 30ê Çile ya di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, şandeyek ji Wezareta Hundirîn a Hikumetê derbasî bajarê Heseke bû. Hejmarek sînordar a hêzên Wezareta Hundirîn a Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di bin çavdêriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cezîrê de dest bi hevdîtinên bi rayedarên Rêveberiya Xweser kirin.
Şande piştî Qamişlo dê vegere Şamê
Li gorî agahiyan wê şandeya hikumetê û hêzên ewlekariya hindurîn ên Rojava daxuyaniyek hevbeş bidin. Di çarçoveya peymanê de wê mijara entegrasyonê ya hêzên ewlekariyê jî were gotubêjkirin. Piştî hevdîtinê tê payîn şande sibê derbasî Qamişlo bibe û vegere Şamê.













