Hevdîtina Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin a li Meclisê ya li gel şandeya DEM Partiyê dawî bû.
Hevdîtina Serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya Mîllî ya Tirkiye (MÎT) Îbrahîm Kalin a li gel şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya li Meclîsê bi dawî bû.
Hevdîtina li odeya koma DEM Partî ya li Meclîsê Serokekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçîgît û Sezaî Temellî jî amade bûn.
Hevdîtin saetek û 7 deqe dom kir.
Hevdîtin li ser çareseriya pirsa Kurd a di çarçoveya Aştî û Civaka Demokratîk de hate kirin.