Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê êrîşa Îranê li ser hêzên Pêşmerge weke êrişeke dijminane pênase kir û got: “Êrişa dijminane ya Komara Îslamî ya li ser baregeha Pêşmergeyan binpêkirina serweriya siyasî ya Herêma Kurdistanê ye.”
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ya Îranê têkildarî êrişa rejîma Komara Îslamî ya li ser hêzên Pêşmerge daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Komara Îslamî ya Îranê di saetên sibehê ya îro de bi du êrişên cuda yên bi muşek li navçeya Soran baregeha Firqeya 7 bejayî Devera 1 û hêzeke ya Firqeya 5 ya bejayî Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê kiriye hedef. Di vê kiryara dijminane de, 6 pêşmerge şehîd û zêdetir 30 pêşmerge û hejmarek sivîlên Herêma Kurdistanê jî birîndar bûne.
Êrişa muşek û dronên leşkerên terorîst Komara Îslamî ya Îranê ya li ser baregehên Rojhilatê Kurdistanê û navendên leşkerî û sivîl yên Herêma Kurdistanê ku ji roja yekem ya geşkirina şer dewam dike. Berî her tiştî ev yek dijminahiya vê hikûmeta cînayetkar ya li ser netewa Kur dli hemû beşan nîşan dide.
Em Hêzên Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ya Îranê hevxemiya xwe ya bi malbatên şehîdan û xelkê Herêma Kurdistanê, Wezareta Pêşmerge, Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan didin û êrişa Komara Îslamî ya Îranê û hêzên biyanî yên navxweya Iraqê ya li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Daxwaz ji welatên hevpeyman û civaka cîhanî dikin, rabin û vê dijminahiya Komara Îslamê bibmînin; li dijî êrişên serweriya siyasî ya Herêma Kurdistanê binpê dikin û sûcên şer yên Komara Îslamê, bibin xwedî helwestên bandorker.”













