Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê bi peyamekê balkişand ser şert û mercên li Îranê çêbûyîn û bang li hemû gelan kir ku têkoşînek hevpar bimeşînin. Di peyamê de bi taybetî têkiliya Kurd û Azeriyan hate bi bîr xistin û hate xwestin ku ji bo welatek demokratîk, wekhev û azad têkoşînek hevpar bimeşînin.
Hevpeyamaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê bi peyamekê helwesta xwe ya siyasî ya derbarê Îranê de ji gel û hêzên siyasî yên Îranê re ragihand. Di peymanê de di serî de bang li Tirkên Azerî û hemû gelên din heta kirin ku ji bo welatek azad, wekhev û demokratîk bi hev re têbikoşin. Peyam wiha ye:
“Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê, carek din li ser bingeha prensîbên tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê û têgihiştina berpirsyartiya wê ya dîrokî ya divê rewşa hesas de, teqezî li ser pêwîstiya yekitî û hevgirtinê dike. Em diwê hêviyê dene, pêşerojek aram ya ji bo Îranê, tenê bi avakirina sîstemek demokratîk ya li ser naskirina fermî ya mafên neteweyî yên neteweyan, edalet, wekhevî û mîsogerkirina azadiyên bingehîn dikare were bidestxistin. Hevpeyamaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê ji bo avakirina Îranek azad, demokratîk û pirreng, amadehiya xwe ya bi hemû hêzên siyasî, sivîl û demokratîk re radigihîne.
Em hemû vê rastiya dîrokî ya li çend bajar û herêman dizanin, bi taybet li Azerbêcan û Kurdistanê, Azerî û Kurd, di seranserê dîrokê de bi hev re jiyane. Ji ber vê yekê pêşeroja van herêman divê li ser bingeha hevkariya rêveberiya hevbeş û mîsogerkirina mafên wekhev ên hemû civakan be. Hevpeymaniya Hizbên Kurdistana Îranê li van herêmên tevlîhev, piştgiriyê dide avakirina mekanîzmayek rêveberiya hevbeş ya xwe cihî ku pêkhateya nifûsê û îradeya gel nîşan didin.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê di wê baweriyê de ye ku aramî û ewlehiya mayînde, tenê dema ku hemû gelên herêmê, tevî Kurd û Tirkên li Azerbaycan, Kurdistan û herêmên din, xwediyên mafên siyasî, çandî û zimanî yên wekhev bin, herwiha birêya saziyên demokratîk rêve bibin, dikare were mîsogerkirin.
Em weke her demê, destê hevkariyê dirêjî gelê Tirk-Azerbêcan û hêzên wan ên siyasî dikin, herwiha amadehiya xwe ji bo hemû diyalog, hemahengî, avakirina mekanîzmeyek ewlehiya giştî ku aramiya deverên hevpar mîsoger bike, radigihînin. Pêşeroja herêmê divê li ser jiyana hevbeş, rêzgirtin û beşdariya wekhev ya hemû gelên wê de were avakirin. Bi tekezkirina têkiliyên dîrokî û girêdana civakî ya di navbera Kurd û Azeriyan de, li gorî me divê pêşeroja têkiliya di navbera herdu gelan de, li ser bingeha guftugo, rêzgirtina hevbeş û jiyana aştiyane be. Lewma divê çarçoveyê de carek din em girêdanbûna xwe ya bi naverok û ruhê peymana dostaniyê ya di navbera Komara Kurdistan û Hikumeta netewî ya Azerbêcanê re radigihînin. Em vê wekî nexşerêyek û sembola hevkarî û têgihîştinê ya di navbera tevgerên demokratîk ên Kurdistan û Azerbaycanê de dibînin.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê bihêzkirina hevkariya di navbera hêzên demokratîk û pêşxistina guftugoya di nava neteweyan ya ji bo avakirina mekanîzmayek hevbeş ya ji bo jiyanek wekhev, weke yek ji stûnên bingehîn yên ji bo bi destxistina pêşerojek azad û wekhev ya ji bo hemû neteweyên li Îranê dibîne. Divê çarçoveyê de em hemû şêwazên hevkarî û hewldanên divî warî de pêşwazî dikin.
Em weke Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê, di derbarê netew û welatên cîran de jî dibêjin, divê cîrantiyek baş û rêzgirtinek ya di berjewendiyên hemû welatên herêmê de hebe. Li gorî me, aştî û aramiya herêmî, tênê dikare bi rêya diyalog, hevkarî û rêzgirtina du alî ya di navbera netew û dewletan de xurt bibe.”













