Dêrsim – Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan li ser îtîraza parêzeran serbest berdan.
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin, li ser îtîraza parêzeran serbest berdan. Bîrsen Orhan, di 24ê mijdarê de hatibû binçavkirin û cezayê “hefsa malê” dabûn wê. Bîrsen Orhan piştre jî di 30ê mijdarê de bi hinceta “muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan” û “ji bo peywirê nede kirin li ber xwe daye” hatibû girtin.
Parêzerên Bîrsen Orhan li dijî biryarê îtîraz kirin û îtîraz ji hêla dadgehê ve hate qebûlkirin. Bîrsen Orhan, bi şertê qedexeya derketina derveyî welat hate berdan. Tê payin ku Bîrsen Orhan bê avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Dêrsimê.