Navenda Nûçeyan – Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Sevtap Akdag û Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar jî di nav de 9 kes hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku navenda wê Enqere bû siyasetmedar, sendîkavan û parêzvanên mafên mirovan hatin binçavkirin. Duh binçavkiriyan birin Edliyeya Enqereyê û piştî îfadeya li dozgeriyê binçavkirî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin.
9 kes hatin girtin
Dadgeriyê der barê Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevtap Akdag, Hevşaredarê Navçeya Peyasa Amedê Cengîz Dundar, ji avakarên ÎHDê Nîmet Tanrikûlû, Serokê Genel-Îşê Remzî Çalişkan, Serokê Şaxa Sendikaya Genel-Îşê ya Mêrsînê Kemal Goksoy, Halef Carûş, Ecevît Odabaşi, Nûsret Akin û Serdan Ekîngen de biryara girtinê da.
Endamê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Şîar Rişvanoglû, Erdal Guzel, Farûk Ayhan û Recep Şîmşek jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.