Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û endamên meclisa şaredariyê li dijî biryara Dadgeha Bilind derketin kolanê û serdana dikandaran kirin.
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, li gel endamên meclîsa şaredariyê û rêveberên saziyên civakî bi girseyî serdana dikandaran kirin. Hevşaredaran bi boneya balê bikişînin ser biryara Dadgeha Bilind a der barê Hevşaredar Abdulah Zeydan de li kolanan serdana dikandaran kirin . Hevyaredaran di serdana dikandaran de der barê biryarê de dikandar agahdar kirin û piştgirî ji dikandaran xwestin.
Biryara Dadgeha Bilind a li ser xerakirina biryara radestkirina mafên qedexekirî yên Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan piştî ku ji aliyê medya alîgirê desthilatdariyê ve hate ragihandin, li sîstema UYAP’ê hate bicihkirin. Di biryarê de hate îdîakirin ku biryara Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Amedê ya li ser radestkirina mafên qedexekirî ‘bêûsûl’ e. Di biryarê de hate îdîakirin ku rakirina biryara dadgehê bi serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Amedê re bêûsûl e. Hate ragihandin ku dosya ji bo jinûve nirxandinê radestî Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Amedê ahtiye kirin û wê jinûve bê nirxandin.