Edene – Hevserokê Giştî yê DADê Zeynel Kete ku têkildarî peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan axivî, destnîşan kir ku ji bo careke din komkujiyên Sêwaz, Çorûm, Mereş û Roboskê pêk neyên divê herkes ji bo aştiyê têbikoşe û xwest hemû partiyên demokratîk piştgiriyê bidin çareseriyê.
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan 26 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin. Biraziyê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan piştî 4 sal û nîvan di 23yê Cotmehê de di çarçoveya hevdîtina malbatê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.
Dû re Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat di 28ê kanûnê de çû Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û li wir bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Şandeyê piştî hevdîtinê di 29ê kanûnê de fikir û nêrînên Abdullah Ocalan bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re parve kir. Abdullah Ocalan di peyama xwe de li ser 7 xalan rawestiya û bang li saziyên sivîl û partiyên siyasî kir ku berjewendiyên xwe deynin aliyekê û tevkariya vê pêvajoya heyî bikin.
‘Gotina Bahçelî mûxatabê pirsgirêkê zelal kir’
Hevserokê Giştî yê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Zeynel Kete diyar kir ku di encama avakirina netew-dewletan de li Rojhilata Navîn rewşeke kriz û kaosê derketiye holê û da zanîn ku hêzên navnetewî û kapîtalîst ji bo ku desthilatên xwe bihêz bikin li Rojhilata Navîn li ser maseyê netew-dewlet avakirin. Zeynel Kete, qala têkçûyîna rejîma Baasê ya li Sûriyeyê kir û wiha got: “HTŞ ji aliyê hêzên navnetewî ve weke qeyûmekê tayînî Sûriyeyê hate kirin. Ev geşedanên heyî dê pêşerojê bandorê li Îranê jî bikin. Netew dewletên li ser vê xetê hemû dê jê bi bandor bin. Ev pêvajo dê bandorê li Tirkiyeyê bike? Belê dê bandorê li Tirkiyeyê jî bike. Heke bi kesên têkoşîna ked û demokrasiyê didin re di bingeha jiyaneke hevpar de gavên demokratîk neyên avêtin. Dizanin ku dor dê were wan jî. Hem li gorî konjonktora navnetewî wiha ye hem jî li gorî Tirkiyeyê wiha ye. Divê banga Bahçelî ya ji bo birêz Abdullah Ocalan hinek li ser vê konjonktorê mirov binirxîne. Em dikarin gotinên Bahçelî wiha binirxînin. Yek dilnerehetiya wan a têkildarî Tirkiyeyê, du bi çi armancê hatibe gotin bila hatibe gotin di mijara penasekirina mûxatabî de gotineke girîng bû. An ku gotina ‘Bila birêz Ocalan were li Meclisê biaxive’ di esasê xwe de zelal kir ku muxatabê vê pirsgirêkê kî ye. Her wiha di qada siyaseta demokratîk de nûnerên kurdan jî hatin penasekirin. An ku îşaretkirina DEM Partiyê jî girîng bû. Divê li vê erdnîgariyê ruhê destûra bingehîn ê 1921an were nûkirin û jiyaneke di nava aştiyê de were avakirin. Dê ev yek pirçandiya vî welatî, dê aboriya welat weke civakî û çandî, hebûn û yekitiya wê xurt bike. Hêza ku pêşiyê bigire ku Tirkiye bikeve nava krîzekê hêza aştiyê ye. Ji ber ku gel û civakên cuda şer naxwazin.”
‘Têkoşîna hatiye dayîn rê li ber vê pêvajoyê vekir’
Zeynel Kete diyar kir ku têkoşîna demokratîk û rewa ya gelê kurd û dostên wan jî bandor kir ku ev pêvajoya hevdîtinan dest pê bike û wiha berdewam kir: “Çalakî, aktîvîte, meş, panel, konferans, çalakiya greva birçîbûnê ya gelê kurd û dostên wan bûn wesîleya pêvajoyeke wiha. Vê yekê hem li Tirkiyeyê zor li feraseta siyaseta navendî kir, hem jî li qada navnetewî zor lê kir. Kurd û dostên wan, filozof, rewşenbîr, siyasetmedar û bi taybetî jî çalakiyên jinan ên bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ku ji bo me gulbang e bi awayekî xurt kir ku ev rewş were dîtin. Rêxistinkirin û israra têkildarî azadiya birêz Abdullah Ocalan jî rê li ber vê pêvajoyê vekir. Ev têkoşîna hate dayîn bandor kir. Ev têkoşîn ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû gel û baweriyên li Tirkiyeyê dijîn qadeke jiyanê ye.”
‘Mûtebaqata Dolmabahçeyê bi bîr xist’
Zeynel Kete bi lêv kir ku pêvajoya heyî ji tengavbûna hêzên pergalê serbixwe nîne û qala destûra bingehîn a 1921an ku beriya avakirina Komara Tirkiyeyê hatibû çêkirin kir. Zeynel Kete mûtebaqata Dolmabahçeyê ya di 28ê sibata 2015an de şandeya HDPê ya Îmraliyê û dewletê bi deklarasyoneke ji 10 xalan pêk dihat parve kir bi bîr xist û wiha pê de çû: “Dema em pêvajoyên berê li ber çavan digirin. Divê ev pêvajoyên aştiyê yên wiha bi qanehkirina beşên civakê bibin. Ev deh 15 roj in hin amûrên îdeolojîk ên weke rewşenbîr û akademîsyenan derdikevin bernameyên televizyonan dixwazin ku şer berdewam bike. Lê em dixwazin beşên civakê yên cuda yên li vî welatî şer naxwazin. Em ji berê ve dibêjin li dijî şer aştî, li dijî mirinê jiyan, li dijî olperestiyê baweriya demokratîk, li dijî yekperestiyê pirçandî. Dema em li pêvajoyên aştiyê yên cîhanê yên piştî şer dinêrin divê ev beşa ku şer dixwaze bi awayekî were qanehkirin. Di vî warî de gotina birêz Ocalan a ‘Ez ji aliyê teorîk û pratîkê ve xwedî hêzekê me’ girîng e. Ev tê wê wateyê ku di nava gelê kurd de kesên aştîxwaz gelekî zêde ne. Birêz Abdullah Ocalan jî dibêje ‘Hêza min heye ku ez vî gelî qaneh bikim’. Di vî warî de divê siyasetmedarên Tirkiyeyê kesên di vê mijarê de xwediyê mafê gotinê ne divê ev beşa ku em behsa wan dikin qaneh bikin. Ev yek ji bo vî welatî girîng e.”
‘Ji bo ku êdî li vî welatî dayik negirîn hewcehî bi aştiyê heye’
Zeynel Kete anî ziman ku weke Elewiyan piştî komkujiyên ku bi serê wan hatine aştî herî zêde wan eleqedar dike û ev tişt got: “Ji bo hemwelatîbûna wekhev û jiyaneke hevpar gotina aştiyê ji bo me gelekî girîng e. Ji bo ku hem ji ber perspektîfa baweriya me hem jî ji bo ku êdî li vî welatî dayik negirîn, ji bo ku em li vî welatî bi awayekî wekhev û azad bijîn hewcehî bi aştiyê heye. Tenê daxwaza aştiyê tê re nake. Divê ji bo aştiyê têkoşînek bê dayîn. Ji bo ku careke din komkujiyên Sêwaz, Çorûm, Mereş, Roboskê, Geziyê pêk neyên divê herkes li cihê lê ye ji bo aştiyê bibin ronahî. Ev yek gelek girîng e. Divê hemû beşên civaka Elewiyan têkildarî aştiyê semîneran, konferansan, panelan li dar bixin, rojên pêncşemê çeraxan pêxin û daxwaza aştiyê bikin. Em çiqas qada demokrasî û aştiyê bi hêz bikin. Hêzên desthilatdar jî dê ewqas teng û bêhêz bibin. Kesên ji bo aştiyê gavekê biavêjin em silav dikin.”
‘Divê hemû partî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê’
Zeynel Kete bal kişand ser hevdîtinên şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi salan e partiyên li desthilatê dibêjin bila ev pirsgirêk li Meclisê were çareserkirin. Vaye pirsgirêk hatiye Meclisê hewl tê dayîn ku li wir were çareserkirin. Ji bo ku ev pêvajo bi aştiyê encam bigire divê hemû partiyên demokratîk yên li Meclisê û derveyî Meclisê van hevdîtinên tên kirin li ber çavan bigirin û bi awayekî xurt piştgiriya vê pêvajoyê bikin. Divê herkes ji bo tevkariya vê pêvajoyê piştgiriyeke xurt bide. Em van hevdîtinan girîng dibînin û divê bi saziyên civaka Elewiyan re jî hevdîtin bên kirin.”