Amed – Hevserokên Giştî yên DBP’ê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar serdana 8emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê kirin. Hevserokên DBPê û PENa Kurd piştgiriya xwe ji bo Weşanxaneya Aramê ragihandin.
Li Amedê 8emîn Pêşengeha Pirtûkan di roja dawî de berdewam dike. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir û şandeya bi wan re serdana pêşengehê kirin û li standên weşanxaneyên Kurdî yek bi yek geriyan.
Hevserok nemaze hatin serdana standa Weşanxaneya Aramê û piştgiriya xwe ya ji bo Aramê ragihandin. Bayindir û Ûçar kêliyek li cem xwediyê Aramê Hakki Boltan rûniştin û li gel hev sohbet kirin. Boltan qala zextên polîsan ên li ser Aramê ji hevserokan re kir.
Hevserokan piştre li standên Kurdî geriyan û li hal û rewşa weşangerên Kurd pirsîn. Hevserok Keskîn Bayindir paşê çû standa Weşanên Belge û di şûna nivîskarê girtî Zekî Bayhan ê ku ji sala 1998’an ve girtî ye pirtûkên wî îmze kir. Gelek xwîner hatin standê û pirtûkan bi Bayindir dan îmzekirin.
PENa Kurd piştgiriya xwe bo Aramê ragihand
Her wiha Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan jî hat serdana standa Weşxaneya Aramê kir û piştgiriya xwe ji bo weşanxaneya ragihand. Fîdan kêliyek li cem xebatkar û nivîskarên Aramê sohbetê kir.