Hevserokên DEM Partî û nûnerên partiyên siyasî yên pêkhateyên DEM Partiyê û kesayetî dê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiya ya Gelan (DEM Partî) bi nûnerên partiyên siyasî yên pêkhateyên DEM Partiyê dê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, li Girava Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin. Her çiqas dîroka hevdîtinê hêj nehatibe zelalkirin jî, tê texmînkirin ku hevdîtin dê di nava hefteya li pêşiya me pêk were. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari jî dê beşdarî vê hevdîtinê bibin. Partiyên siyasî yên ku pêkhateyên DEM Partiyê ev in: Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Ji Nû ve Avakirina Sosyalîst (SYKP), Partiya Şoreşgerî ya Yekbûyî (Partiya Şoreşger), Partiya Çep a Kesk (YSP) û Platforma Hevgirtina Sosyalîst (SODAP). Navên kesên ku dê biçin Gîrava Îmraliyê hêj nehatine diyarkirin.