Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakihan têkildarî xwepêşendanên gel ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyanî dan û bang li desthilata Îranê kirin ku daxwazên gel ên wekhevî û demokratîk nas bike û gotin ew li kêleka gelên Îranê ne.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan têkildarî xwepeşandanên gel ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û êrişên rejîma Îranê li dijî gel li ser hesabên xwe yên Xê daxuyanî dan û post parve kirin.
Tulay Hatîmogullari di daxuyaniya xwe de anî ziman ku gelên Îranê yên li dijî krîza aborî derdikeve kolanan bi êrişên giran re rû bi rû man e û wiha got: “Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, di xwepêşandanan de herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûn e. Her wiha kesên birîndar bûne jî tên binçavkririn. Binçavkirina birîndaran û kiryarên tên kirin nemirovaneyî ye. Em êrişên ku li seranserê Îranê, bi taybetî li bajarên Kurdan bûne sedema windakirina jiyan mirovan, şermezar dikin. Weke DEM Partî, em bang li hikûmeta Îranê dikin ku dev ji israra xwe ya desthilatê ku zext û tundûtûjiyê dike berde, guh bide daxwazên gel ên ji bo aramî, wekhevî û edaletê û tavilê rêyên demokratîk ji bo çareseriyê veke. Em dibînin ku hêzên Emperyalîst ji nû ve Rojhilata Navîn û Efrîkayê dîzayn dikin û ji bo vê jî ferman hatiye dayîn. Rêya yekem a li dijî vê yekê ew e ku her welatekî herêmê, bi taybetî Îran, rêzê li îradeya gel a azad bigire; qadên azadiyê berfireh bike û sîstemek demokratîk ava bike. Banga me ji Îranê re ew e ku di vî warî de gavan biavêje. Em li kêleka têkoşîna bi rûmet û rewa ya gelê Îranê ne.”
‘Kuştina çalakgeran rawestînin’
Tuncer Bakirhan Jî diyar kir ku xwepêşendenên Îranê ne tenê li dijî xizaniyê ye û got ku ew daxwaza bi salan a azadî, edalet û wekheviyê ye û got: “Em êriş û mudaxileya bi dijwarî ya li ser îradeya gel şermezar dikin. Rejîma Îranê krîzê bi bersivdayîna tund a daxwazên demokratîk çareser nake; ev wê kûrtir dike. Em heşmendiya ku bi taybetî li bajarên Kurdan veguherandiya herêmên şer qebûl nakin. Divê demildest kuştina çalakgeran, îşkence û êriş rawestin. Em bang li rejîmê dikin ku guh bide dengê bi mîlyonan kesan; gavên demokratîk biavêje ku dê jiyana hevpar a gelan xurt bike û rêyên çareseriya aştiyane veke. Dîrokê li Îran û Rojhilata Navîn gelek caran nîşan daye ku parastina herî xurt li dijî zextên derve, avakirina rêziknameyek demokratîk a li ser bingeha razîbûna gel e. Tu welatek ku bi tundûtûjiyê tê birêvebirin nikare aramiyê bi dest bixe. Rêya aramiyê azadî, edalet û wekhevî ye.”













