Hevserokên Giştî yên DEM Partî Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, endamên şandeya Îmraliyê yên DEM Partî, endamên komisyona meclisê û parlamenterên DEM Partî tevlî resepsiyona ku bi mabesta vekirina meclisê dihat dayîn, bûn.
Bi mabesta vekirina sala nû ya Qanûndanînê ya Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) li meclisê resepsiyonek hat dayîn. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, endamên şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, Mithat Sancar, endamên komisyona meclise, Gulîstan Kiliç Koçyigit, Cengîz Çiçek, Saruhan Oluç, Meral Daniş Beştaş, Celal Firat û parlamenterên DEM Partî jî tevlî resepsiyonê bûn.
Resepsiyona meclisê bi tevlîbûna Serokkomar Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, serok û parlamenterên partiyên siyasî yên di parlamentoyê de destpê kir. CHPê û TÎP ji bo şermezarkirina qeyyuman û zextên li ser siyaseta demokratik tevlî resepsiyonê nebûn.