Heyva Sor a Kurd di çarçoveya alîkariyên ji bo piştgiriya welatiyên xwedî pêwistî de li Kobaniyê 12 qamyon alîkarî belav kir.
Kar û xebatên Heyva Sor a Kurd li Kobanê bênavber berdewam dikin. 12 kamyonên alîkariyê gihîştin Kobanê. Di nav alîkariyan de pêwistiyên wekî madeyên xwarinê, derman, şîrê zarokan û madeyên paqijiyê hene.
Alîkarî li welatiyan xwedî pêwistî hate belavkirin
Alîkariyên gihiştin Kobaniyê ji hêla yekîneyên Heyva Sor a Kurd ve li welatiyên xwedî pêwistî hatin belavkirin. Saziyên di çaroveya amadekariyên tespîtkirina malbatan de alîkarî bi giranî li malbatên di encama êrişan de koçî Kobaniyê kirine, hatin belavkirin. Yekîneyan mal bi mal geriyan û paketên amade kirîn, li welatiyan belav kir.
Saziyê ragihand ku dê xebatên xwe berdewam bikin û ji gelê Kurd xwest ku di warê piştgirî dayîna Heyva Sor a Kurd û Heyva Sor a Kurdistanê de bi hîstiyar bin.
Belavkirina nan didome
Her wiha di çarçoveya xebatên alîkariyê de Heyva Sor a Kurd bi piştgiriya Heyva Sor a Kurdistanê li Kobaniyê her roj 1000 ratibên nan li malbatên koçber belav dike. Ev alîkarî dê heta dawiya Remezanê bi awayek rêk û pêk berdewam bike.
Li stargeha zarokan kinc hatin belavkirin

Heyva Sor a Kurd serdana stargehek zarokên sêwî kir û berî cejnê cil û berg li zarokan belav kir. Kincên hatine amadekirin di bir çavdêriya rêveberiya stargehê de li zarokên xwedî pêwistî hate belavkirin.













