• Nûçeyên Herî Dawî
Hewldana ragihandina dengê jinan: Radyo Star FM

Hewldana ragihandina dengê jinan: Radyo Star FM

8 KANÛN 2024 - 08:08
Buldan: Daxuyaniya PKKê pêşketinek dîrokî ye

Pervîn Buldan ji bo Serokwekîltiya Meclîsê hat hilbijartin

2 HEZÎRAN 2025 - 20:00
Li navçeyên Wanê ji bo Kurdî meşiyan

Li navçeyên Wanê ji bo Kurdî meşiyan

2 HEZÎRAN 2025 - 19:31
Rojên Pirtûkên Kurdî bi dawî bû

Rojên Pirtûkên Kurdî bi dawî bû

2 HEZÎRAN 2025 - 17:50
Sibê dê meclis 10emîn pakêta darazê nîqaş bike

Sibê dê meclis 10emîn pakêta darazê nîqaş bike

2 HEZÎRAN 2025 - 15:36
104 rojan dîl girtin û berdan

104 rojan dîl girtin û berdan

2 HEZÎRAN 2025 - 15:03
Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz bi bîr anîn

Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz bi bîr anîn

2 HEZÎRAN 2025 - 14:30
Zeynep Celaliyan: Azadiya Abdullah Ocalan dê bibe azadiya me

Zeyneb Celaliyan nayê tedawîkirin

2 HEZÎRAN 2025 - 13:03
Serdana Kurtulmuş û DEM Partiyê: Dê li Meclisê komîsyon bê avakirin

Serdana Kurtulmuş û DEM Partiyê: Dê li Meclisê komîsyon bê avakirin

2 HEZÎRAN 2025 - 12:57
Danasîna Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê hat kirin

Danasîna Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê hat kirin

2 HEZÎRAN 2025 - 11:11
Hevşaredara Mexmûrê: Cejn tê û zilm li ser wargehê heye!

Hevşaredara Mexmûrê: Cejn tê û zilm li ser wargehê heye!

2 HEZÎRAN 2025 - 10:52
Ava Çemê Mûradê bi heybetî di bin pirê de diherike

Ava Çemê Mûradê bi heybetî di bin pirê de diherike

2 HEZÎRAN 2025 - 09:05
Beştaş: Divê ‘Mafê Hêviyê’ demildest bê pêkanîn

Beştaş: Divê ‘Mafê Hêviyê’ demildest bê pêkanîn

2 HEZÎRAN 2025 - 08:15
Dr. Ala Nûrî: Banga birêz Ocalan bi bandor e

Dr. Ala Nûrî: Banga birêz Ocalan bi bandor e

2 HEZÎRAN 2025 - 08:11
Li vî gundî çanda hezar û 500 salî zindî ye

Li vî gundî çanda hezar û 500 salî zindî ye

2 HEZÎRAN 2025 - 08:10
ROJEVA 1ê HEZÎRANA 2025an

ROJEVA 2yê HEZÎRANA 2025an

2 HEZÎRAN 2025 - 08:00
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 HEZÎRAN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li navçeyên Wanê ji bo Kurdî meşiyan

    Li navçeyên Wanê ji bo Kurdî meşiyan

    Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz bi bîr anîn

    Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz bi bîr anîn

    Hevşaredara Mexmûrê: Cejn tê û zilm li ser wargehê heye!

    Hevşaredara Mexmûrê: Cejn tê û zilm li ser wargehê heye!

    ROJEVA 1ê HEZÎRANA 2025an

    ROJEVA 2yê HEZÎRANA 2025an

    Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata Şamê daxuyaniya hevpar dan

    Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata Şamê daxuyaniya hevpar dan

    DAIŞê dîsa dest bi êrîşan kir: 3 şervanên parastinê kuştin

    DAIŞê dîsa dest bi êrîşan kir: 3 şervanên parastinê kuştin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Li navçeyên Wanê ji bo Kurdî meşiyan

    Li navçeyên Wanê ji bo Kurdî meşiyan

    Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz bi bîr anîn

    Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz bi bîr anîn

    Hevşaredara Mexmûrê: Cejn tê û zilm li ser wargehê heye!

    Hevşaredara Mexmûrê: Cejn tê û zilm li ser wargehê heye!

    ROJEVA 1ê HEZÎRANA 2025an

    ROJEVA 2yê HEZÎRANA 2025an

    Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata Şamê daxuyaniya hevpar dan

    Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata Şamê daxuyaniya hevpar dan

    DAIŞê dîsa dest bi êrîşan kir: 3 şervanên parastinê kuştin

    DAIŞê dîsa dest bi êrîşan kir: 3 şervanên parastinê kuştin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hewldana ragihandina dengê jinan: Radyo Star FM

Medya Bal / AW

8 KANÛN 2024 - 08:08
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Rojnameger Lîlav Hesen diyar der barê xebatên wan ên Radyo Star FMê wiha got: “Em di sermeke ku teknolojî pir li pêş ketiye de dijîn. Em jî hewl didin di nav vê pêşketinê de dengê xwe bi rêya bernameyan belav bikin û karibin xwe bigihînin hemû jinan.”

Radyo Star FM ku yekane radyoya xweser a jinan e di 15ê Kanûna 2015an de bi dirûşma ‘Dengê jin û jiyanê’ dest bi weşana xwe kir. Radyo Star FM bi bernameyên xwe yên zarok, jiyan, siyaset, leşkerî û çandî hewl dide fikr û nêrînên jinan ragihîne. Em der barê avakirin, pêşketin û armancên Radyo Star FMê bi rêvebera radyoyê Rojnameger Lîlav Hesen re axivîn.

Lîlav Hesen di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku piştî Şoraşa Rojava ku wek Şoreşa Jinan jî tê pênasekirin pêwistî bi radyoyeke xweser hatiye dîtin û wiha got: “Rastî jî şoreşa rojavayê Kurdistanê Şoreşa Jinan bû ku bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ pêş ket. Jinan di nav vê şoreşê de xwe ji hemû aliyan ve birêxistin kir, berdêlên gelek giran dan û bûn xwedî tecrûbe. Divê ragihandina van tecrûbeyan bihata kirin, loma pêwistî bi Star FM ku radyoyeke xweser e hat dîtin. Star FM bi dirûşma ‘Dengê Jin û Jiyanê’ dest bi xebatên xwe kir.”

Lîlav Hesen diyar kir ku yek ji armanca wan ew e ku weşana xwe berfirehtir bikin û ev tişt anî ziman: “Em di serdemeke ku teknolojiya pir li pêş ketiye de dijîn. Em jî hewl didin di nav vê pêşketinê de dengê xwe bi rêya bernameyan belav bikin û karibin xwe bigihînin hemû jinan. Em lê dinêhêrin roj bi roj di aliyê ku têkoşîna jinan zêdetir dibe de êrişên li ser jinan jî zêdetir dibin. Lewma jî em bibêjin ew pêşketin, xebat û plansaziyên me yên weşangeriya xwe em berfirehtir bikin heta ku em karibin ji her aliyê ve xwe bigihênin tevahî civakê.”

Rola radyoyan

Lîlav Hesen di berdewamiya axaftina xwe de got: “Jin di nav civakê de bi rol û rista xwe ya sereke radibin. Ev rola ku jin di nav civakê de dilîzin jî bi saya ragihandinê di nav civakê de zêdetir tê dîtin. Rastî êdî mirov dikare bibêje ku bandoreke pir mezin a medyaya dijîtal û ragihandinê li ser civakê heye. Êdî ew jî şoreşeke bi serê xwe ye tê meşandin. Em jî hewl didin bi rêya bernameyên xwe û mijarên ku em hildibijêrin bi guhdarên xwe re qadeke nîqaşê ava bikin. Dema em li dîrokê vegerin, her radyo roleke xwe ya sereke lîstiye. Her televîzyon di kevneşopiyên kurdî, stranên kurdî, çîrokên kurdî de roleke pir sereke lîstiye. Mînak Radyoya Erîvanê û gelek radyoyên me yên din ên kevnare rojê 45 deqeyan an jî saetek tenê bi zimanê kurdî weşanê dikirin. Herkesê li wan guhdarî dikir. Mirov dikare bibêje ew radyo roleke pir sereke lîstine, bi zimanê kurdî, stranên kurdî û ji bo ku çanda kurdî neyê windakirin. Em jî bi rastî hewl didin vê mîrasê xurtir bikin, bikin malê civakê. Bi taybetî da ku em dikaribin bi rengekî berfireh li jinan xwedî derbikevin bi vê rêyê.”

Lîlav Hesen bal kişand ser tundiya ku li ser jinan pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tundî, êrîş û qirkirina li ser jinan her roj bi awayekî birêkûpêk zêdetir dibe. Yan jî li ser navê şeref, namûs, adet û kevneşopiyan jin ji mafên xwe tên mehrûmkirin. Lê em hemû hewldanên xwe bi rêya radyo, ajans û televîzyonên jinan radigihînin. Rastî êdî bikaribin bandoreke hîn xurtir li ser vê civakê bikin. Jixwe êdî heta astekê bandor hatiye kirin, jin bixwe jî êdî dikarin bêjin em bernameyên xwe biweşînin.”

Bernameyên radyoyê

Lîlav Hesen bi van gotinan behsa xebatên xwe yên 8 salan kir: “Em bibêjin ku me bi bernameyên xwe yên siyasî, civakî, leşkerî, zarokan û bernameya bi şervanan re heta asteke pêş ketin. Yek ji destkeftinan çi bû? Radyo Star FM di destpêkê de li bajarê Tirbesbiyê û derdora wê weşanê dikir dû re li Kantona Cizîrê weşangeriya xwe berfireh kir. Kesên ku li Kantona Cizîrê di nav ragihandinê de cih digirtin piraniya wan alîgirê rejîmê bûn an jî nêzê rejîma Baasê bûn. Ji ber vê yekê tu rengê jinan di nav vê ragihandinê de nedihat dîtin. Lê bi şoreşa rojavayê Kurdistanê re ev yek hate guhertin. Ji bo ragihandinê jî gavên pir girîng hatin avêtin. Bi avakirina saziyên wek Star FM, Nûjinha, Jin TV me di nav ragihandinê de guhertin pêk anîn.”

Hewldana ragihandina nêrînên jinan

Lîlav Hesen bal kişand ser zehmetiyên ku jiyane û wiha pê de çû: “Star FM niha bi ekîbeke ku hemû jinên ciwan in xebatên xwe dimeşîne. Di destpêkê de ji ber ku di her qadê de jinan cih digirt neqebûlbûneke hebû. Lê me di destpêkê de vê yekê bi malbat, cîran û derdorên xwe da qebûlkirin. Vê qebûlkirinê di nav civakê de jî guhertineke pêk anî. Ew kesên ku di destpêkê de li dijî xebatên me bûn niha dema ku bûyerek di qewime pêşî hewl dide agahiyan ji me bigirin û helwesta me hîn bibin. Her wiha jin ji ber ku rengê we di Star FMyê de dibînin hê zêdetir xwe nêzê me dikin. Dema mirov vê cudahiyê dibîne dibê ku heta asteke di armancên xwe de pêş ve çûyî. Star FM weşana xwe li ser frenqansa 105.304.8 didomîne. Niha di hemû barnameyên xwe de em hewl didin nêrînên jinan derxin pêş. Herwiha em di bernameya leşkerî de jî der barê tevlibûn û tecrûbeyên şervanên jin de bernameyên xwe çêdikin.”

‘Em ê tola hevalên xwe hilînin’

Lîlav Hesen wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em di salvegera Star FM de careke din soza xwe ya dê têkoşîna jinan a di qada ragihandinê de berdewam bike, didin. Em ê pênûsa van hevalên xwe yên şehîd tu carî li erdê nehêlin, êriş û qirkirina li ser hevalên me yên rojnameger tirsê di dilê me de çêneke. Berovajî wê tolhildanê di dilê me de xurtir bike. Em ê tola hevalên xwe yên şehîd bi rakirina pênûs û kamerayên wan bigirin. Yek ji armanca me ew e, em ê soza xwe jî bi wan re nû dikin û em careke din salvegera Radyo Star FM li hemû jinên leheng pîroz dikin.”

Etîket: Lîlav HesenRadyo Strar FM
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2025 (28)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne