Heyeta DEM Partî ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mithat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê dê roja sêşemê serdana Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel bike.
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel ku tevlî bernameyeke taybet a Îlkê TV bû derbarê geşedanên rojevê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pirsên hatin pirsîn bersivand. Ozgur Ozel di bernameya taybet de da zanîn ku heyeta DEM Partî dê li navenda wan a giştî serdana wî bike.
Li gor vê agahiyê endamên heyeta Îmraliyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mithat Sacar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tên dê roja sêşemê di seat 12.00an de li navenda giştî ya CHPê bi Ozgur Ozel re hevdîtin bike.













