Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî hevdîtina li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Grava Îmraliyê vegeriya.
Heyeta Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, îro danê sibehê çûbû Grava Îmraliyê. Endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol, piştî hevdîtinê li gel Ocalan ji Girava Îmraliyê vegeriyan. Hate zanîn ku heyetê bi qasî sê saet û nîvan li gel Abdullah Ocalan hevdîtinê pêk anîne. DEM Partiyê ragihand ku dê têkildarî hevdîtinê sibê daxuyanî bê dayîn.
Heyet herî dawî di 28ê Tebaxê de çûbû Girava Îmraliyê û li gel Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anîbû.