Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û şandeya bi wan re çûn nexwexaneyê û serdana nivîskar Îsmaîl Beşîkçî yê ku tedawiya wî didome kirin.
Nivîskar û civaknas Îsmaîl Beşîkçî duh dema li belgefîlma biyografiya xwe “Îsmaîlê Me” ya di Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê de hate pêşandan, ji ser hişê xwe çûbû û xwîn rijiyabû ser mêjiyê wî. Tedawiya Beşîkçî li beşa Nurolojiyê ya Fakulteya Tibê ya Dîcleyê ya Amedê berdewam dike. Heyeta ku ji Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, Hevberdevka HDKê û endama Komîsyonê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û parlamenter û rêveberên DEM Partiyê pêk dihat, serdana Beşîkçî kirin.
Heyeta ku bi rewşa Beşîkçî ve li ber nexweşxaneyê mijûl e û mêvanan pêşwazî dike, heyeta DEM Partiyê û DBPê pêşwazî kir.
Bijîşkên nexweşxaneyê derbarê rewşa Beşîkçî de agahî dan heyeta DEM Partiyê û DBPê. Piştre li ser navê Heyetê Tuncer Bakirhan û Meral Daniş Beştaş derbasî beşa nihêrîna awarte bûn û serdana Beşîkçî kirin.
Bakirhan piştî serdanê derbarê rewşa Beşîkçî de daxuyanî da û şîfa û selametiyê ji Beşîkçî re xwest.
Bijîşkan diyar kir ku xwîn çûye ser mêjiyê Beşîkçî û rewşa wî ya bi xetere berdewam dike û di bin çavdêriya wan de tedawî didome.