Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Hevserokên Giştî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari re civiya.
Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar beriya bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtinê pêk bînin, bi Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan re civiyan. Endamên Heyetê û Hevserok li Navenda Giştî ya DEM Partiyê civiyan. Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat.
Piştre jî Heyet dê biçe Qesra Serokkomariyê û bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtinê pêk bîne. Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala û Serokê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin jî dê di hevdîtinê de amade bin.