Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê sibe serdana Partiya DEVAyê bike û piştre jî li meclisê bi Serokê MHPê Devlet Bahçelî re hevdîtin pêkbînê.
Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Parlamenter Pervîn Buldan, Mithat Sancar û Parêzerê Buroya Hiquqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê, dê sibe seat di 11:00an de li Navenda Giştî ya Partiya DEVAyê bi Serokê Giştî yê DEVAyê re hevdîtin bike. Piştî vê hevdîtinê jî heyet dê derbasî meclisê bibe û li meclisê di seat 14:00an de bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re hevdîtin bike.













