Endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê li gel Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel civiya.
Endamên Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê, di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk serdanên partiyên siyasî didomînin. Endamên Heyetê li Navenda Giştî ya CHPê li gel Serokê Giştî Ozgur Ozel civiya. Endamên Heyetê ji aliyê Serokwekilê Koma CHPê Murat Emîr ve li ber derî hatin pêşwazîkirin.
Piştre jî heyet derbasî cihê hevdîtinê bû û li vir jî ji aliyê Ozgur Ozel vê hate pêşwazîkirin. Hevdtîtin ji çapemeniyê re girtî pêk tê û hat zanîn ku piştî hevdîtinê dê daxuyanî bê dayîn.


















