Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê di çarçoveya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de serdana Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan kir.
Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mîthad Sancar û endamê Buroya Hiqûqê yê Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê serdana Navenda Giştî ya Partiya DEVAyê kir û bi Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan re civiya.
Heyeta Îmraliyê li ber avahiya Navenda Giştî ya Partiya DEVA ji aliyê parlamenter Mehmet Emîn Ekmen û endamên partiyê vê hate pêşwazîkirin. Heyet derbasî hundir bû û li gel Alî Babacan civiya. Hat zanîn ku di civînê de li ser hûrgiliyên pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” nirxandin hatine kirin.
Heyeta piştî serdana DEVAyê dê li Meclîse di seat 14.00an de bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re bicive.













