Heyeta Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk di çarçoveya xebatên yekîtiya Kurdan de li Mûşê serdana rêxistinên sivîl û partiyên siyasî û Şaredariya Mûşê kir.
Sekreteryaya Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li Mûşê serdana sazî û dezgehan kir. Înîsiyatîfê serdana Şaredariya Mûşê, Komeleya Şêwirmendên Darayî, Odeya Zîreatê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partî, Platforma Şaxên KESKê ya Mûşê, Komeleya Meşe, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Mûşê kirin. Rêveber û nûnerên saziyan heyeta Înîsiyatîfê pêşwazî kirin. Di serdanan de heyetê behsa girîngiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdî kirin û bal kişandin ser hewldanên avakirina yekîtiyê û pêvajoya aştî û civaka demokratîk.
Heyeta Înîsiyatîfê diyar kir ku wan ji bo civîna gel jî li Mûşê plansaziyek pêk anîne.