Heyva Sor a Kurdistanê êrişên çeteyên HTŞ, DAIŞ û SMOyê yên li ser navendên tenduristiyê û nexweşxaneyan kir. Heyva Sor daxuyand ku Tirkiye ji van êrişan berpirsyare.
Heyva Sor a Kurdistanê bi boneya êrişên li ser nevendên tenduristiyê û nexweşxaneyên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê peyamek li ser hesabên xwe yên fermî weşand. Di daxuyaniyê de hate bi bîr xistin ku êrişên li ser wargehên tenduristiyê zêde bûne û wiha hate gotin: “Êrîşa dawî şevê din li dijî Navenda Protez a li bajarê Qamişlo pêk hat. Ev navenda ku bi salan e xizmeta hezaran kesên xwedî pêdiviyên taybet ji hemû beşên civakê re dikir, di encama vê êrîşê de zirarên madî dîtin.”
Tirkiye bi dronê êriş kir
Di peyamê de hate ragihandin ku êrîş bi rêya balafireke bêmirov (Dron) a dewleta Tirk ve pêk hatiye û ev agahî hatin dayîn: “Em wekî Heyva Sor a Kurdistanê, dewleta Tirkiyê bi temamî berpirsyarê van êrîşan dibînin. Armancgirtina navendên tenduristiyê, karmendan û rêxistinên mirovî li gorî qanûnên navdewletî ‘sûcê şer’ e. Ji ber vê yekê, em bang li civaka navdewletî û hemû rêxistinên mafên mirovan û yên mirovî dikin ku tavilê destwerdanê bikin ji bo sekinandina van êrîşên li ser bajar û bajarokên Rojava û parastina sivîlan û ewlehiya wan garantî bikin.”













