Navenda Nûçeyan – Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam li rojavayê Helebê şer kirin. Di şer de 8 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Li gundewarên Helebê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam şer kirin. Tehrîr El Şam bi dîmenekê destpêkirina “şerê li eniyên Helebê” bi navê “Celcelet” ragihand. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) aşkera kir ku di şer de 8 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin. SOHRê da zanîn ku Heyet Tehrîr El Şamê û çeteyên “Fetih El Mubîn” gelek nuqte li Til Eqîl, Til El Raqib, Til El Debabat ên li nêzî bajarokê Qibtan El Cebel ê rojavayê Helebê kontrol kirin.