Rojnameger Kurdistan Lezgiyeva der barê konferasa ku li Rûsya pêk hat de got: “Divê em karibin raya giştî agahdar bikin û ew dengê me yê ku dixwazin qut bikin, bilind bikin. Bi vî awayê em ê xwe bigihînin hemû jinan û bi hêz bibin. Îro li hemû cihanê jin hewl didin rizgar bibin, tekoşîna jinên kurd xwedî wê hêzeye ku dikare hemûyan hembêz bike.”
Rûsyayê sala 2025an wek ‘Sala Parêzvanên Welat’ îlan kir. Rûsyayê di vê sala ku îlan kirine de li Moskovaya ku paytexta welat e bi pêşengtiya Zanîngeha G.V. Plehanovê 4emîn Konferansa Zanistî ya Navneteweyî bi sernavê ‘Li Rûsya û Cîhanê Keda Jinan: Dîrok, Kevneşopî û Taybetmendî’ hat lidarxistin. Ji 6 welatên cuda zêdetirî 250 pispor û zanyarên ji qadên cuda beşdarî konferansê bûn û 3 rojan berdewam kir.
Di mijara ‘di şer û şoreşê de keda jinan’ de kurdolog û etnokoreograf Tatyana Odintsova tev li konferansê bû û behsa berxwedana çandî ya jinên kurd ku di bin êrîşên terorî de didin û rola govendê ya di nav vê berxwedanê de pêşkeş kir. Zanyarê siyasetê Şoreş Abî xebateke têkildarî rola leşkeriya dilxwazî ya jinan a di veguherîna Rojava de pêşkeş kir.
Endama Yekitiya Rojnamegeran a Rûsyayê Kurdistan Lezgiyeva jî di beşa ‘’Rola jinan a di ragihandinê de’’ bi navê ‘’Weke rûdaneke hişmendiya raya giştî ya çapemeniya jinên kurd’’ raporek pêşkêşê konferasê kir.
Em der barê konferansa ku pêk hat û girîngiya konferansê bi rojnameger Kurdistan Lezgiyeva re axivîn.
Kurdistan Lezgiyeva di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya konferasa ku pêk hatiye û ev tişt anî ziman: “Bêguman xebatên bi vî rengî bandorekî erênî ava dikin. Bi taybet di demekî ku gelek dane û agahiyên asparagas tên weşandin de agahdarkirina raya giştî ya bi rêya zanyar û pisporan gelek girîng e. Wek tê zanîn der barê kurdan de gelek arşîveke dewlemend li Rûsyayê heye, lê di demên dawî de di bikaranîna van arşîvan de astengî dertên pêş. Berê kurd û Kurdistan ji aliyê hemû neteweyên ku di nav Sovyetê dijîn de dihat zanîn li zaningehan beşa kurdî hebû. Lê di van 20 salên dawî de ji ber hesabên siyasî mijarên kurdan jî hatin polîtîzekirin. Êdî dîrok, çand û kevneşopiyên kurd û Kurdistanê bi rêxistinan tên îzahkirin. Ev yek jî dihêle ku agahiyên kêm ango li gor xwe werin parve kirin.”
Kurdistan Lezgiyeva da zanîn ku di konferansê de mijarên der barê kurdan de bal kişandine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Di konferasê de herî zêde tekoşîna jinên kurd bala raya Rûsyayê kişand. Jinên rûs di dîrokê de gelek caran li ber xwe dane lê nikaribûne destkefitiyên xwe biparêzin. Ji ber vê yekê dema li berxwedana jinên kurd guhdar dikin bi rexneyî nêzikê xwe dibin. Ji nîvî zêdetir nifûsa Rûsyayê jin in û di her qadê de cih digirin lê mixabin ne xwedî vîn û biryar in. Herwiha gelek saziyên wan hene lê nikarin xwe bi her awayî rêxistin bikin. Ji ber wê ji wan re tekoşîna jinên kurd pir balkêş tê û daxwaz dikin ku di hemû zanîngehên wan de modela ku li rojavayê Kurdistanê tê pêşxistin ji ciwanên rûs û netewên din re bê pêşkeşkirin.”
Kurdistan Lezgiyeva di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê em kurd bi taybet jî jinên kurd pirekî di navbera xwe û jinên neteweyên din de pirek ava bikin. Divê em karibin raya giştî agahdar bikin û ew çepera ku dixwazin me di nav de heps bikin bişkînin û ew dengê me yê ku dixwazin qut bikin, bilind bikin. Bi vî awayê em ê xwe bigihînin hemû jinan û bi hêz bibin. Îro li hemû cihanê jin hewl didin rizgar bibin, tekoşîna jinên kurd xwedî wê hêzeye ku dikare hemûyan hembêz bike.”