• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ‘Meşa edaletê’ ya 10ê Cotmehê asteng kir

    Polîs ‘Meşa edaletê’ ya 10ê Cotmehê asteng kir

    Li Stasyona Garê qurbaniyên10ê Cotmehê hatin bîranîn

    Li Stasyona Garê qurbaniyên10ê Cotmehê hatin bîranîn

    Tevî agirbestê Îsraîlê êriş kir: 4 mirî 40 birîndar hene

    Tevî agirbestê Îsraîlê êriş kir: 4 mirî 40 birîndar hene

    Seyîdxan Anter: Wêjeya Mehmed Uzun dokumaneterek jiyana Kurdan e

    Seyîdxan Anter: Wêjeya Mehmed Uzun dokumaneterek jiyana Kurdan e

    ‘Êdî em dixwazin Rêberê me azad bibe’

    ‘Êdî em dixwazin Rêberê me azad bibe’

    ROJEVA 10ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 10ê COTMEHA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ‘Meşa edaletê’ ya 10ê Cotmehê asteng kir

    Polîs ‘Meşa edaletê’ ya 10ê Cotmehê asteng kir

    Li Stasyona Garê qurbaniyên10ê Cotmehê hatin bîranîn

    Li Stasyona Garê qurbaniyên10ê Cotmehê hatin bîranîn

    Tevî agirbestê Îsraîlê êriş kir: 4 mirî 40 birîndar hene

    Tevî agirbestê Îsraîlê êriş kir: 4 mirî 40 birîndar hene

    Seyîdxan Anter: Wêjeya Mehmed Uzun dokumaneterek jiyana Kurdan e

    Seyîdxan Anter: Wêjeya Mehmed Uzun dokumaneterek jiyana Kurdan e

    ‘Êdî em dixwazin Rêberê me azad bibe’

    ‘Êdî em dixwazin Rêberê me azad bibe’

    ROJEVA 10ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 10ê COTMEHA 2025an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hezar aktivîst xwestin cezayê Şerîfe Mihemedî were betalkirin

Navenda Nûçeyan / AW

25 TEBAX 2025 - 17:50
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Zêdetirî hezar aktivîstên civaka sivîl û parazvanên mafên mirovan ji bo Şerîfe Mihemedî bang li rejîma Îranê kirin û xwestin biryara erêkirina cezayê darvekirinê were betalkirin. 

Girtiya siyasî ya kurd Şerîfe Mihemedî li Girtîgeha Lakanê ya Reştê tê ragirtin. Şaxa 39’an a Dadgeha Bilind a Îranê di 16ê tebaxê de cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî erê kir. Zêdetirî hezar aktivîstên civaka sivîl, mafên mirovan, karker û kesayetên siyasetmedar têkildarî biryara rejîmê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de ji rejîmê hat xwestin ku tavilê vê biryara xwe betal bike.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Şerîfe Mihemedî ji ber xebatên xwe yên aştiyane zêdetirî 20 meh in girtî ye, bi awayekî ne adilane hate darizandin û cezayê darvekirinê lê hate birîn. Aktîvîstasn xwestin ku cezayê Şerîfe Mihemedî tavilê were betalkirin.

Bi domdarî hate destnîşankirin ku Şerîfe Mihemedî di dema binçavkirinê de rastî îşkence û zexta derûnî hatiye, zorî lê hatiye kirin ku bibe îtîrafkar. Hat diyarkirin ku xetereya darvekirinê li ser Şerîfe Mihemedî heye. Di berdewamê de hat gotin ku hêzên îstîxbaratê Şerîfe Mihemedî bi awayekî keyfî girtine, ji ewil birine navendeke binçavkirinê ya li Reştê, piştre birine navenda wezaretê ya Sineyê û li vir hatiye derbkirin û îşkencekirin.

Hat bibîrxistin ku Şerîfe Mihemedî di sibata 2023yan de sewqî Girtîgeha Sinê hatiye kirin û ev agahî hatin parvekirin: “Ji ber îşkenceyê gilî kir lê tu lêpirsîn nehatin vekirin. Şerîfe Mihemedî di adara 2023yan de careke din şandin Girtîgeha Lakanê ya Reştê. Di hezîrana 2024an de bi rêya vîdeokonferansê tev li Dadgeha Şoreşê ya Reştê bû. Lê nehiştin biaxive. Dadgehê, xebatên wê yên aştiyane wek ‘li dijî hikûmetê serhildana çekdarî kiriye’ nirxand û biryara darvekirinê da. Xebatên aştiyane yên di qada mafên mirovan de, desteka dida jinên girtî, derketina wê ya li dijî cezayê darvekirinê, endamtiya komîteya Koordînasyonê ku destek dide rêxistinên karkeran wek belgeyên sûc hatin nîşandan.”

Sendîkaya Yekitiya Mamostayên Tehranê jî li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî, Şerîfe Mihemedî û Werîşe Mûradî, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”, erêkirina cezayên darvekirinê ji bo çalakvanên siyasî û sivîl gelek zêde bûne, herwiha ev kiryara bêdengkirinê piştî şerê Îsraîl û Îranê dijwartir bûye.

Bi domdarî wiha hate gotin: “Niha zêdetirî 56 girtiyên siyasî li rojhilatê Kurdistan û Îranê li benda darvekirinê ne. Herî dawî jî dadgehê cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî erê kir.” Sendîkayê li dijî cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî hişyarî da û diyar kir ku ev yek li dijî pîvanên edaletê û heta qanûnên navxweyî yên welat e. Sendîkayê herî dawî ev bang kir: “Em banga hilweşandina cezayên darvekirina girtiyên siyasî dikin û divê demek ji ya din zûtir azad bibin. Em bang li rewşenbîr û hemû kesên xwedî wijdan dikin ku li dijî zilm û zordariyê bêdeng nemînin.”

Etîket: AktîvîstbetalcezaŞerîfe
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Abdulkadîr Guleç: Weşanên bi Kurdî nadin girtiyan

Abdulkadîr Guleç: Weşanên bi Kurdî nadin girtiyan

30 ÎLON 2025
TFFê ji ber nivîsa Kurdî ceza da Amedsporê

TFFê ji ber nivîsa Kurdî ceza da Amedsporê

27 ÎLON 2025
Ceza li rojnamevan Kaya hat birîn

Ceza li rojnamevan Kaya hat birîn

25 ÎLON 2025
Hezar aktivîst xwestin cezayê Şerîfe Mihemedî were betalkirin

Ji sendîkayên Fransayê banga ji bo Şerîfe Mihemedî

4 ÎLON 2025
Hemwelatîbûna rûmetê da Werîşe, Pexşan û Şerîfe

Hemwelatîbûna rûmetê da Werîşe, Pexşan û Şerîfe

30 TEBAX 2025
Rejîma Îranê ceza li 14 mamosteyên kurd birî

Rejîma Îranê ceza li 14 mamosteyên kurd birî

21 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (151)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne