Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya ragihand ku di çalakiyên protestokirina binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de hezar û 418 kes hatin binçavkirin. 64 kes hatin girtin
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya diyar kir ku ji 19’ê Adarê ve hezar û 418 kes hatin binçavkirin û ji van 979 kes jî hîna binçavkirî ne. 206 kesên bi îdiaya “Qanûna xwepêşandan û meşan binpê kirine” hatibûn binçavkirin, sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeyên wan hatin girtin 64 kes hatin girtin, cezayê hepsa malê dan 7 kesan. Îfadedayîna binçavkiriyan hîn jî didome.
Endamên Partiya Çep Yagmûr Gundogan, Ûtkû Ozay, Ûfûk Demîrbîlek û Fatih Atlay, Serokê Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) yê Stenbolê Ahmet Dîncel û endamê Meclisa Partiyê yê TKP’ê Arda Haciyûsûfoglû jî di nav de 6 endamên TKP’ê, endama MYK’ê ya Ciwanên Kedê Selînay Ûzûntel, nûçegihanê AFP’ê Yasîn Akgul, nûçegihanê wêneyan ê ÎBB’ê Kûrtûlûş Arî, nûçegihanê NOW’ê Alî Onûr Tosûn, rojnamevan Zeynep Kûray, Hayrî Tûnç, Gokhan Kam û Bulent Kiliç hatin girtin.