Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Îzmîrê, li ber devê Navenda Çandê ya Turkan Saylanê derbarê mudaxeleya DYAyê ya li dijî Venezuelayê daxuyanî da. Daxuyaniyê de hate diyarkirin ku emperyalîzm êdî bi destê xwe dawiyê li xwe tîne.
Di daxuyaniyê de dirûşmeyen wek “DYA ji Venezuelayê biteqize” û “Bimre emperyalîzma DYAyê” hatin berzkirin.
Daxuyanî li ser navê platformê ji aliyê Edge Gurkan ve hat xwendin. Edge Gurkan diyar kir ku DYAya ku hawîrdorê dinyayê dihêle di nav xwînê de, dibe sedema karesatên nedîtî, derbeyan pêk tîne, pevçûnan geş dike û ber bi şerên navxweyî ve dibe. Edge Gurkan wiha got: “Şevê din dîsa bi heman pratîkan emperyalîzma DYAyê derbeyek li Venezuelayê da û Serokê Dewleta Venezuelayê ji aliyê leşkerên Amerîkayê ve hate desteserkirin. Yanî dewletek dikeve nava axa dewleteke din, serokê wê dewletê desteser dike û dibe dewleta xwe û di ser de dibêje ez ê wî darizînim. Serokê DYAyê bêyî şerm û fedî li hemberî dinyayê got: ‘Ev operasyona me di dîroka DYAyê de tişteke nedîtiye û ji vir û pê de Venezuelayê em ê bi rê ve bibin.”
“Emperyalîst gora xwe dikolin”
Gurkan wiha domnad: “Emperyalîst her çiqasî wekî çawa meydan ji wan re mabe rewşê analîz bikin jî, mehkûm in ku li hemberî hevkariya gelan û kîna şoreşgeran têk biçin. Bila kes xeman nexwe ev têkçûna wan rastiyeke zanistî ye. Îro emperyalîzma ku bêfikar talan dike, qetil dike û tunne dike bi destê xwe gora xwe dikole.
Ev encam li her çar aliyên dinyayê gelek caran hate serê emperyalîzmê. Mirovahî, li hemberî vê hovîtî û diziyê êdî xwe li ser xwe nagire. Mirovahî qene car din bikaribe mirovahiya qezenc bike divê ji warê siyasetê emperyalîzmê jêbibe û dinyayeke tije wekhevî, azadî û aşitiyê ava bike. Bimre emperyalîzm!”
Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.














