Hêzên Rejîma Îranê êrişî çalakgerên li dijî polîtîkayên aborî û zextên li ser civakê daketina kolanan kir û xwepêşandêrek qetil kir.
Di çalakiyên xwepêşandanê yên li bajarê Fasayê pêk hat de hêzên Rejîma Îranê gule li çalakgeran barand. Di encama êrişê de ciwanê 18 salî yê bi navê Mehdî Samavatî jiyana xwe ji dest da.
Niştecihê bajarê Fasayê ji bo aboriya têkçûyî û zextên Rejîma Îranê şermezar bikin çalakiyên protestoyê li dar xistin. Xwepêşandêr li ber avahiya walîtiya bajêr kom bûn û rewşa aboriya têkçûyî û zextên siyasî yên li ser gel şermezar kirin.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin li Îranê xwepêşandan didomin û di xwepêşandanan de yekemîn wendahî bi vê bûyerê ve pêk hat.









