Hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê îro saetên nîvro derdorê bendava Tişrînê bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) hatine parvekirin çekdarên girêdayî hikumeta Demkî ya Şamê îro saetên nîvro bi dironên xwekûj êrişî derdora Bendava Tişrînê kirin. Hat ragihandin ku di encama êrişê de zerara madî çêbû.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) duh bi daxuyaniyekê diyar kir ku komên hikumeta demkî yên Şamê saet 16.00an bi top û çekên giran derdora avahiya Bendava Tişrînê topbaran kir û di encamê de 3 şervanên wan birîndar bûne.













