Endamê rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo anî ziman ku di rojê dawî de HTŞê gelek tax û gundên Helebê xistin kontrola xwe û got: “Hêzên Şamê taxên Helebê teslîmî HTŞê dikin. Gel koçî taxên Rêveberiya Xweser dikin.”
Di şerê navbera HTŞê û hêzên Şamê de ji 27ê Mijdarê heta niha li Heleb û Idlibê 277 kes hatin kuştin. Şerê di navbera Heyet Tehrîr El Şam û Hêzên Şamê de di 3 rojên dawî de zêde bû. Ji 27ê Mijdarê heta niha şerê li gud û taxên Helebê zêde dibe. Heyet Tehrîr El Şam di rojên dawî de piranî tax û gundên Helebê xistin kontrola xwe. Li gorî daneyên SOHR’ê di şer de 159 çekdarên îsyankar, 135 endamên HTŞê, 24 leşkerên Artêşa Neteweyî, 100 endamên Hêza Rejîmê, 21 milisên Îranê û 24 welatî hatin kuştin. Di êrîşên hewayî yên Rûsyayê de jî 4 zarok, 3 jin bi giştî 19 welatî hatin kuştin.
Li gorî daneyên SOHR’ê ji destpêka 2024an heta niha bi giştî 655 hêzên çekdar û sivîl hatin kuştin û 257 sivîl jî birîndar bûn.
Gel koçî taxên Rêveberiya Xweser dikin
Endamê rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo, der barê geşedanên li herêmê diyar kir ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) 3 rojin êrîşên xwe berdewam dikin û wiha got: “Rojavayê Helebê piranî xistine dest xwe. Piraniya taxên nava Helebê jî xistine destê xwe. Şêniyên wir jî mal û taxên xwe terk dikin. Koç dikin û berê xwe didin taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiye. Li van taxan Rêveberiyên Xweser hene. Hêzên rejîmê jî xwe ji Helebê vedikşînin. Hêzên rejîmê li dijî HTŞê li ber xwe nadin û Helebê ji wan re dihêlin. Gel di nava metirsiyê de heye. li ser Şehbayê jî di nava tirsê de ne. Heta niha hemû rêya Heleb û Şamê birîne. Piranî taxên Helebê yên girêdayî rejîma Şamê xistine destê xwe.”