Endama Tevgera Azadiyê Hêlîn Ûmît diyar kir ku hêzên hegemon dixwazin Kurdan bixapînin, têxin nava şer û wiha got: “Yekane hêza ku dikare pêşî li şerê navbera gelan, êrişên netewe dewletê yên li ser Rojava bigire, Rêber Apo ye.”
Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît derbarê geşedanên dawî yên li Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, geşedanên ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokrasiyê, şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û Îranê de ji Medya Haber TVê re axivî.
‘Rêber Apo rastiyê dît, ronî kir û hişyar kir’
Hêlîn Umît di destpêka axaftina xwe de Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tevahiya gel silav kir û wiha got: ” Rêber Apo rojevê bi aliyê wê yê dîrokî, şerê li Rojhilata Navîn, rewşa xwe, komplo navneteweyî û geşedanên piştî wê, atmosfera şer a ku hewl didin biafirînîn û hwd. ronî kiriye. Her kesê vedixwînim ku Rêber Apo baştir fam bikin, bixwînin, nîqaş bikin û nirxandinên berê lêkolîn bikin. Niha di serî de siyaseta Tirkiyeyê, lîder û partiyên siyasî bêtir dikevin ferqa wê. Di rastiyê de Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û şêweya wê ya li herêmê, yanî em vê dibin heta şerê kendavê sala 1991-92an lê Numan Kurtulmuş di nirxandina xwe de vê yekê bi destwerdana DYEyê ya Iraqê dide destpêkirin. Bi rastî ne wisa ye. Ev Şerê Cîhanê yê Sêyemîn a ku li ser Rojhilata Navîn tê ferzkirin, qonaxa wê ya duyemîn bi Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo pêk hat, destpê kir. Di her kes vê yekê baş zanibe. Ev tp çi wateyê? Di rastiyê de di navbera gelan de şerek tê armanckirin. Di navbera Farsan û Kurdan, Ereban û Kurdan, Tirkan û Kurdan de şerekî derxin û hewldan senaryoya vê yekê wê demê têxin meriyetê. Armanca Komploya Navneteweyî şerekî ku di navbera Tirk û Kurdan de sed sal berdewam bike derxînin. Rêber Apo ji roja yekem ev yek deşîfre kir, danî holê û pêşiya wê girt.”
‘Ferq kirin ku Rêber Apo welatparêzê rastîn e’
Hêlîn Umît da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurdistan bi xwe ye û wiha axivî: “Azadiya Rêber Apo azadiya Kurdistanê ye, azadiya jinan û azadiya ciwanan e. Ji ber vê yekê em hewl didin ku hin geşedanan bişopînin. Ku mafê hêviyê ne mafekî ku hinek din bidin. Mafê hêviyê jixwe mafê Rêbertiyê ye. Ferq kirin ku Rêber Apo welatparêzê rastîn ê Tirkiyeyê ye, heta dawî girêdayî hevrejiyana gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê ye, ji bo vê gevên pêwîst avêt. Êdî nikarin vê rastiyê berovajî bikin, ser wê bigirin û ji nedîtî ve bên. Madem ewqas ronahî û şewqa rojê derket holê, wê gavê divê demildest û ji demê re nehêlin gavên pêwîst bên avêtin. Divê pozîsyona Rêber Apo û cihê wî yê di vê pêvajoyê de bê diyarkirin.”
‘Kurd hêza herî dînamîk, polîtîk û bi tevger e’
Hêlîn Umît diyar kir ku civînê dawî yên NATOyê tên wateya tunebûna NATOyê û wiha pê de çû: “Ev yek nîşaneya jihevketina sîstema netewe dewletê ya bi serkêşiya Îngilistanê ye. Naxwazin vê bibêjim. Kapîtalîzma global bêyî netewe dewletê nikare hebe. Netewe dewlet forma kapîtalîzma netewe dewletê ye. Hebûna xwe dispêre wê. Lê belê her kes dibîne ku bi rastî jî kapîtalîzm dijminê mirovahiyê ye. Her kes Kurdan nîqaş dike, em hatine wê astê. Em derbasî cîhaneke welê bû ku ji înkarkirina Kurdan êdî hebûna Kurdan tê naskirin û her kes li ser vê yekê hesaban dike. Ne tenê li Îranê, li çar parçeyên Kurdistanê, her wiha li derveyî welat dînamîka Kurdan hêza herî dînamîk e, hêza herî polîtîk e, gelê herî bi tevger e. Civaka herî polîtîk e. Bêguman ya ku ev hemû derxiste holê têkoşîna me ya zêdeyî 50 salî ya bi pêşengiya Rêber Apo ye.”
‘Piştî 2000an hişyarbûnek bîrdozî, ramanî, rêxistinî çêbû’
Di berdewama nirxandinên xwe de Helîn Umît da zanîn ku rejîma Îranê bi giranî xwe weke rejîmeke olî ya Komara Îslamî ya Îranê bi rêxistin kiriye û wiha pê de çû: “Rojhilat di dîroka Kurdistanê de navenda Serhildanên girîng e, navendeke gelekî girîng a hişyarbûna Kurdan e, Mahabad navendeke welê ye. Lê belê di dîroka nêz de, piştî sala 2000î li dora îdeolojî, fikir, mejiyê Rêbertî hişyarbûnek, rêxistinbûnek çêbû. Ev yek bi rastî jî cihê kelecan û baldariyê ye. Rojhilatê Kurdistanê yek ji wan qadan e ku dixwazim biçim û bibînim. Xwedî taybetmendiyeke xurt a çandî heye. Lêgerîna azadiyê ya jinê gelekî bilind e. Hûn zanin, ji çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî re herî zêde jinên Kurd, jin ên ciwan ên Kurd pêşengî jê re kirin. Potansiyeleke bi vî rengî heye. Sosyolojiya xwe bi rastî jî hêjayî fêhmkirinê ye.”
‘Dixwazin Kurdan bixapînin û têxin nav şer’
Hêlîn Umît bi bîr xist ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) piştî êrişên ser Îranê bang li Kurdan kirin ku rabin ser pêya û wiha nirxand: “Li Rojhilatê Kurdistanê meyleke dewletperestiya netewe ya Kurd nîne. Ew der xwe bi bandora Rêber Apo bi rêxistin kiriye. Dixwaze bibe civaka demokratîk. Dixwazin siyaseteke demokratîk bimeşînin. Dixwazin bi hebûna xwe azadiya xwe pêk bînin. Beriya her tiştî divê rejîma Îranê vê bibîne. Lê belê vaye hem daxuyaniyên dema dawî yên rayedarên dewleta Tirk çêbûn, hem jî daxuyaniyên cuda çêbûn. Mînakên min beriya niha dan, qala hebûna provokasyonê tê kirin. Qala sorkirinê tê kirin. Bi vê yekê re hewl tê dayîn ku ev bê vegotin. Wê Kurd bêne xapandin. Wê bikevin şer. Nizanim wê bikevin nava lêgerîna dewletbûnê. Belê, ew jî alternatîfek e.”
Ser bîranîna Salîh Muslim û Heval Gundî
Di berfirehiya axaftina xwe de Helîn Umît hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: “Demekê em bi hevalê Gundî re xebitîn. Li heman cihî man. Hevrêyekî me, hevalekî me, hevalekî me yê kar ji ber nexweşiyê şehîd bikeve rewşeke gelekî giran e. Hevalê Gundî dema ku em bi hev re dixebitîn, bi coş û kelecana xwe timî li pêş çavên min e. Min qet nedît ku hevalê Gundî bê moral bû. Çenteyek timî di destê wî de hebû. Bi wî çenteyî digeriya, dixebitî. Careke din bi hezkirin, minet bi bîr tînim. Bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe li ber bîranîna hevrê Salih Muslim ditewînim. Bavê Welat bi gotina me yek ji sitûnên bingehîn ên Şoreşa Rojava bû. Ji meşandina karekî li cihekî wêdetir, weke ku wek jî got yek ji pêşengên Şoreşa Rojava bû. Hevrê Salih Muslim piştî ku Rêber Apo nas kir û kete bin bandora fikrên wî, ne tenê li nava Şoreşa Rojava, ji bo azadî û hebûna Kurdan a li çar parçeyên Kurdistanê li refên herî pêş ên têkoşînê cih girt. Wezîfeya dikeve ser milê xwe bi xurtî bi cih anî. Weke milîtanekî tevlî bû, weke kadroyekî tevlî bû. Xeta welatparêziyê gihand asta herî bilind.”













