Piştî êrişên dijwar yên hewayî yên li ser Libnanê û şûnde Hikûmeta Libnanê biryar da ku çek li destê dewletê bimîne û bang li artêşê kir ku kontrola dewletê xurtir bike.
Kabîneya Libnanê îro, biryar da ku çek bi hêzên ewlehiyê yên rewa yên li Beyrûtê ve sînordar bike, artêş û dezgehên ewlehiyê araste kir ku kontrola dewletê li ser paytextê xurt bikin.
Ev biryar piştî êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Beyrût û deverên din hat dayîn. Serokwezîr Newaf Selam di dawiya civîna Kabîneyê ya bi serokatiya Serok Cozêf Ewn de ev got: “Ev gav bi aramanca parastina welatiyane, ewlehî û aramî were mîsogerkirin.”













