Parêzer û hiqûqnasên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişa li dijî karwanê wesayîtên gel a ku berê xwe da Bendava Tişrînê şermezar kir û diyar kir ku eriş sûcê şer e û dermirovî ye.
Balafirên dewleta Tirk karwanê wesayîtên gel a ku duh berê xwe dida Bendava Tişrînê bombebaran kir û di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn. Der barê vê yekê de Yekitiya Parêzerên Kantona Cizîrê û Dadgeha Edaleta Civakî bi daxuyaniyekê êrişa dewleta a li dijî karwan şermezar kir.
Endamê Yekitiya Parêzerên Kantona Cizîrê Mehmûd Xilo li pêş Dadgeha Gel a Qamişlo bi beşdariya endamên yekitiyê, Meclisa Edaleta Civakî ya kantona Cizîrê û parêzerên serbixwe daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Piştî zêdetirî 50 salî ji zilm û zordariya rejîma Baas û malbata Esed Sûriyeyiyan bi vê serkeftina hilweşîna vê rejîmê pîroz kir, lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji zêdetirî mehekê ye bênavber êrişên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet Bendava Tişrînê dikin. Armanca wan ji van êrişan bendavê dagir bikin û gelê Sûriyeyê ji ceyranê û avê mehrûm bikin, weke çawa piştî dagirkirina Serêkaniyê ava li ser bajarê Hesekê qut kir.
Di 8ê çileyê de karwana wesayîtên gel ji bo parastina Bendava Tişrînê û nîşandana dijberiya xwe li hemberî şer berê xwe da Bendava Tişrînê, lê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî karwanê kir, di encamê de hin sivîl şehîd û birîndar bûn.
Ev êrişa li dijî sivîlan sûcekî şer û dermirovî ye, her wiha li dijî tevahî mîsaq û peymanên navneteweyî ye û binpêkirina aşkera ya biryara navneteweyî ya 2254ˋan e.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li NYˋyê, tevahî rêxistinên navneteweyî û hiqûqî û hêzên Koalîsyona Navneteweyî hat kirin ku ji bo bidawîkirina êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gelê Sûriyeyê, binesazî û ji bo parastina serweriya Sûriyeyê, destwerdanê bikin.