Navenda Nûçeyan – Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan têkildarî pêvajoya nîqaşên çareseriyê bi lêv kir ku çareseriya pirsgirêkan bi pergala Netewa Demokratîk pêkan e û got: “Di vir de yê xwedî rol birêz Abdullah Ocalan e. Wê deme divê çi bibe, divê şert û mercên birêz Abdullah Ocalan bên baş kirin.”
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 28ê Kanûna 2024an de li Girava Îmraliyê ji şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re hevdîtineke dîrokî pêk anî. Abdullah Ocalan di hevdîtinê de bi rêya şandeya ku ji parlamentera DEM Partî ya Wanê Pervîn Buldan û Sirri Surreya Onder pêk dihat pêyameke ku ji 7 xalan pêk tê ji raya giştî ya Kurdisan û Tirkiyeyê re şand. Abdullah Ocalan di pêyama xwe ya 7 xalan pêk dihat de girîngiya biratiya di navbera gelê Kurd û Tirk destnîşan kiribû û gotibû ez dikarim vê pirsgirêke çareser bikim. Piştî hevdîtinê Şandeya DEM Partî, Hevşeredarê Mêrdînê Ahmet Turk jî di nav şandeyê de cihê xwe girt û ewilî bi partiyên siyasî re hevdîtinan kirin. Şande herî dawî jî serdana hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên di girtîgehê de ne jî kirin. Tê payîn şande di rojên pêş de dîsa biçe Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.
Hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re û pêvajoya hevdîtinan li Kurdistan, Tirkiye û dinyayê tê nîqaşkirin. Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan ku di pêvajoya çareseriyê ya salên 2013-2015an de li nav koma Mirovên Aqilmend de cih digirt têkildarî pêvajoyê ji Ajansa Welat re axivî.
‘Weke pêvajoya çareseriyê meriv nikare bigire dest’
Ozturk Turkdogan bi lêv kir ku pêvajoya hatiyê destpêkirin weke pêvajoya çareseriyê meriv nikare bigre dest û divê ew hevdîtin bigihîjin merheleyekê û tecrîd jî rabe. Ozturk Turkdogan pêvajoya çareseriyê ya 2013-2015an bi bîr xist û wiha got: “Dema ew pêvajo dest pê kir, di navbera herdu aliyan de şer hatibû rawestandin. Lê niha tiştek wisa tune ye. Dema meriv li axaftinên Serokkomarê AKPyî Erdogan û rayedarên dewletê dinêre, tu pêvajoyeke wisa niha tune xuya nake. Her wiha di wê pêvajoyê de herdu alî jî li gotinên xwe baldar bûn. Yanî li dijî hevdu bi rêzdarî diaxivîn. Lê niha ew rêzgirtin di axaftina rayedarên dewletê de nîn e. Wê demê cara yekem ji bo aştiyeke civakî xebatên pir girîng hatin kirin. Şandeya Mirovên Aqil li her derê Kurdistan û Tirkiyeyê geriyan û ji welatiyan re qala aştiyê kirin. Di wê demê de piştgiriya welatiyan a ji bo aştiyê sedî 70ê zêdetir bû. Lê niha dema meriv dinêre xebateke bi wî rengî tune ye. Tenê MHP ji bo pêşî li dijîtiya pêvajoyê bê girtin di nav girseya xwe de xebatan dike. AKPê û partiyên din xebatek wiha nekirine. Lê bi biryara herdu aliyan şandeyeke weke Mirovên Aqil hê nehatiye amadekirin.”
‘Şert û mercên hûndir û derve ji bo çareseriyê guncav in’
Ozturk Turkdogan destnîşan kir ku şert û mercên niha ji bo çareseriyê hê guncav in û wiha got: “Di pêvajoya 2013-2015an de dewletên navneteweyî li dijî pêvajoyê bûn. Lê niha em dinêrin tifaqa dewletên rojava ku Tirkiyeyê jî di nav de ye dixwazin Tirkiye bi Kurdan re li hev bike. Ew pir girîng e. Ev avantajek e û divê ew avantaj baş bê bikaranîn. Heke ew pêvajo baş nayê bikaranîn Kurd dikarin gelek rêya hilbijêrin. Dewletê jî ew yek dît. Ji ber wê jî pêvajoyeke wisa dan destpêkirin. Lê dema meriv gotinên Serokkomarê AKPî Erdogan dinêre li gorî pêvajoyê tevnager e. Di sala 2013-2015an de li gorî pêvajoyê tevdigeriyan. Lê wê deme partiyên siyasî piştgirî nedidan pêvajoyê. Lê niha partiyên li meclise hema bêje hemû piştgirî didin lê desthilata AKPê li gor pêvajoyê tevnagerê û hesabên hilbijartinê dike. Lê dema bi giştî meriv binirxînê, di salên 2013-2015an de hem geşedanên li hundir û hem jî yên li derve ji bo pêvajoya çareseriyê ne guncav bûn. Yanî tenê desthilata AKPê, HDPê piştgirî didan pêvajoyê û partiyên din li dijî pêvajoyê bûn. Her wiha dewletên navneteweyî jî li dijî pêvajoyê bûn. Lê niha partiyên siyasî hemû piştgiriya pêvajoyê dikin her wiha dewletên navneteweyî jî piştgiriya lihevkirina Kurd û Tirkan dikin.”
‘Rola birêz Abdullah Ocalan weke ya Mandella pirr girîng e’
Ozturk Turkdogan bal kişand ser girîngiya rol û misyona Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û wiha pê dê çû: “Dewlet her tim qala PKKê dike û dibêje pirsgirêka me ne bi Kurdan re ye. Lê ew gotin ne samîmî ne. Ji ber ku Tirkiye, mafên Kurdan ên wek zimanê dayikê, welatîbûna wekhev qebûl nake. AKP hê jî qeyûm datîne ser şeredariyan. PKKê weke hincet bikar tîne. Lê mijar ew e ku Tirkiye wê ji bo Kurdan ku hejmara wan bi ser 50 milyonî re ye wê têkiliyên çawa pêş bixin û mafên Kurdan çawa nas bike. Di vir de rola birêz Abdullah Ocalan a diyarker derketiye holê. Dema meriv herdu pêvajoyan dide ber hev a ku nehatiyê guherandin tenê ew e ku Serokatiya birêz Abdullah Ocalan e. Yanî ya girîng ew e. Her tişt guherî be jî muxatabiya birêz Abdullah Ocalan neguheriye. Yên ku ji birêz Abdullah Ocalan re gotinên kirêt dikin, divê meriv vê bêje; di sala 1993an de Turgut Ozal ji bo çareseriyê bi birêz Abdullah Ocalan re diket têkiliyê, di sala 2013-2015an de jî dewlet bi birêz Abdullah Ocalan re dan û standin kir û niha jî dîsa bi birêz Abdullah Ocalan re dan û standin tê kirin. Ji ber wê jî rola birêz Abdullah Ocalan weke Mandella pir girîng e.”
‘Divê desthilat dev jî van polîtîkayên xwe berde’
Ozturk Turkdogan anî ziman ku desthilata AKPê bi danîna qeyûmên ser şeredariyên DEM Partiyê û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li gorî pêvajoyê tevnagere û wiha axivî: “Ji bo çareseriyek pêk werê divê deshilat dev ji van polîtîkayên xwe berde. Dibêjin ‘me weke dewlet înîsiyatîf girtiye û em ê pirsgirêka terorê çareser bikin’. Lê ez jî wek kesekî ku bi mafê mirovan re mijûl im dipirsim, bi hezaran girtiyên siyasî hene hûn ê wan çi bikin? Yanî hûn ê van mirovan di girtîgehê de bihêlin û çawa pirsgirêke çareser bikin? Yanî pirsgirêk heye û divê ew pirsgirêk bê çareserkirin. Çawa ku we ji bo çareseriya pirsgirêkê, birêz Abdullah Ocalan muxatab girtiye divê hûn li gor wê muxatab girtinê tevbigerin. Ji aliyekî ve hûn ê muxatab bigrin û ji aliye din ve jî weke ku wê muxatab negirtiyê dibêjin ’em ê pirsgirêka terorê çareser bikin’. Yanî jixwe ev 9 sal in hûn çi dikin? Jixwe ji bo wê nekarî bi serbikeve dîsa hûn vegeriyan. Ev nakokî ye. Ji aliyê din ve jî gelekî weke gelê Kurd heye. Divê hûn mafê vî gelî nas bikin. Lê Tirkiyeyê hê jî ji wê hişmendiya îtîhat-terakî derneketiye. Divê Tirkiye ji vê hişmendiye derbikeve. Divê êdî pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Pêdiviya Tirkiyeyê jî bi vê yekê heye. Ji bo wê jî Tirkiye divê li gor çareseriyê revbigere. Jixwe heke ew pirsgirêk bi awayekî demokrasî bê çareserkirin PKKê jî bi Tirkiyeyê re nakeve nav şer. Yanî hewceyî jî bi vê yekê namîne. PKK encama pirsgirêka Kurd e. Tirkiye ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd di nava kirîzan de ye.”
‘Meriv dikare bêje ev pêvajo pirr cuda ye’
Ozturk Turkdogan bi lêv kir ku tevî pêvajo û geşedanên li herême jî desthilata AKP ji berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê difikire û axaftina xwe wiha domand: “Desthilata AKPê hê jî qeyûm datîne ser şeredariyên DEM Partiyê. Gotinên xwe jî naguherîne. Yanî wisa texmîn dikim ku ji bo dengên DEM Partî zêde nebin wisa dike. Lê ji aliyê din ve MHP pirr zimanekî nerm û erênî bikar tîne. Ji bo berjewendiyên hilbijartinê AKPê wisa tevdigere. Lê divê baş bê zanîn ku ev ziman û pêkanînên AKPê xesarê didin pêvajoyê. Serokkomarê AKPî li Amedê axivî lê li wir jî gotinên xwe naguherandin. Yanî wisa xuya dike ku ne dewlet lê birêz Abdullah Ocalan înîsiyatîf girtiye ser xwe. Yanî heke dewletê înîsiyatîf bigirta wê ziman û pêkanînên xwe biguheranda. Dewlet şertê çek berdanê ferz dike lê ew tu di pêvajoyên çareseriyê de nebûye. Di vir de jî muxatab birêz Abdullah Ocalan e. Lê ya girîng şert û mercên birêz Abdullah Ocalan e. Gelo wê bên baş kirin an na ne diyar e. Lê di vir de ya girîng divê şert û mercên birêz Abdullah Ocalan a muxatabiyê bên başkirin. Bi her alî ve meriv dikare bêje ev pêvajo pirr cuda ye ji pêvajoyên beriya wê.”
‘Çareseriya pirsgirêkan pergala Netewa Demokratîk a Abdullah Ocalan e’
Ozturk Turkdogan diyar kir li Rojhilata Navîn şer û krîz dijwar bûn e û destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêkan bi pergala Netewa Demokratîk pêkan e. Ozturk Turkdogan destnîşan kir ku ji bo pêkhatina çareseriyê divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Geşedanên li Kurdistan, Tirkiye û dinyayê diqewimin ispat dike ku çareseriya pirsgirêkan pergala Netewa Demokratîk a Abdullah Ocalan e. Hêvî dikim desthilata AKP-MHPê jî ji vê yekê fêm bike. Wisa xuya dike ku Bahçelî fêm kiriye. Ji ber ku Tirkiye jî di xeterê de ye. Di vê pêvajoyê de hewcedarî bi pergala Netewa Demokratîk heye. Gelek dewlet jî pirsgirêkên xwe bi Netewa Demokratîk çareser dikin. Niha di vê merhaleyê de ji bilî xwedî derketina pergala Netewa Demokratîk tu rê li pêşiya me tune ye. Hadê em bêjin PKK qediya. Lê gelê Kurd wê dîsa doza mafên xwe bike. Yanî ew pêvajo naqede. Ji ber wê mijar ne PKK ye. Niha li pêşberî dewletê Serokek heye. Divê bi awayekî cîdî muxatab bigrin û şert û mercên wî baş bikin. Heke şert û mercên birêz Abdullah Ocalan bên başkirin pirsgirêk jî wê çareser bibin. Şert û merc jî ev in; tenduristî û ewlehiya birêz Abdullah Ocalan bigirin. Her wiha mafê hêviyê ya Abdullah Ocalan pêk bînin. Mafê hêviyê bi qanûnên navneteweyî hatiye mîsogerkirin. Yanî ev yek ji bo ewlehiya pêvajoyê jî şert e. Yanî bifikirin birêz Abdullah Ocalan wê biryarên pirr girîng bide. Lê van biryaran bi rêya şandeyeke nikare bigire. Divê bi heval û aliyên xwe re bikeve nava dan û standinê. Lewma beriya her tiştî şert û mercên wî tên. Ev yek daxwaza gelê Kurd e. Rola birêz Ocalan muhîm e. Wê deme divê çi bê kirin; divê şert û mercên birêz Abdullah Ocalan were başkirin. Lê divê berî her tiştî gotinên kirên ên li dijî birêz Ocalan bi dawî bibin. Bi van gotinan nabe. Lê em dikarin bêjin vê carê ji bo pêkhatina aştiyê hem şert û mercên navxweyî û hem jî yên derve amade ne. Lewma ev pêvajo dikare pêk were.”