Hisên Xelîl ê ku 30 salan di zindanên Tirkiyeyê de girtî ma, îro gihaşt Helebê û aliyê şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve bi girseyî û bi coş hat pêşwazîkirin.
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li gel koçberên ji Efrînê, Hisên Xelîl ku 30 salan li zindanên dewleta Tirk girtî bû, pêşwazî kir. Hisên Xelîl ji gundê Damliya yê bajarê Mabata ya Efrînê ye. Ew di sala 1995an de li herêma Amanosê ya bakurê Kurdistanê, dema ku li hember êrişên artêşa dagirker a Tirkiyeyê li ber xwe dida, hate girtin û cezayê muebbetê lê hat birîn.
Hisên Xelîl îro li Parka Efrînê ya li taxa Eşrefiyê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
Di dema pêşwaziyê de, Hisên Xelîl axivî û silavên hevalên xwe yên girtî ji bo gelê herêmê gihandin û diyar kir ku berxwedan dê heta azadiyê û avakirina civakeke demokratîk a li ser bingeha prensîbên komunalîzmê û jiyana hevbeş dewam bike.













