Hesekê – Êrîşên komên çete yên li herêmê zêde dibin. Ji ber êrişa artêşa Tirk û êrîşên çeteyên ku xwe dispêrin Tirkiyeyê ya li ser gundewarê Til Temirê stasyona ceyranê ji xizmetê derket.
Êrişên dewleta Tirk û çeteyên ku xwe dispêrin Tirkiyeyê yên gundewarê Til Temirê yê kantona Cizîrê didomin. Nûçegihanên Ajansa Hawarê (ANHA) ji Til Temirê diyar kir ku dagirkeran stasyona ceyranê ya li aliyê bakurê bajar topbaran kir û di encamê de stasyon ji xizmetê derket. Artêşa Tirk û çeteyên ku xwe dispêrin Tirkiyeyê gundê Tewîla yê rojavayê Til Temirê û gundê Qibûr El Qeraçîne yê li rojhilatê bajar topbaran kirin.