Nûner û aktîvîstên TJA, DEM Partî, MEBYA-DER û saziyên civakî Hunermend Hozan Mizgîn di salvegera 33yemîn a wefata wê de li ser gora wê bi bîr anîn.
Di muzîka kurdî û çand û hunera Kurdî de Hunermend Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin), cihekî taybet digire. Hozan Mizgîn 33 sal berê li Tetwanê di şer de jiyana xwe ji dest da. Di 33yemîn salvegera wefata Hozan Mizgîn de nûner û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, DEM Partî û MEBYA-DER, MEDYA-DER, li ser gorê ya li Goristana Karşiyaka ya Bedlîsê kom bûn.
Koma ku li ser gorê kom bûn, ewil ji bo hemû kesên di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyekê rêz girtin Piştre jî ji Dayikên Aştiyê Mecbûre Kaplan axivî. Mecbure Kaplan anî ziman ku Hozan Mizgînê jiyaneke li gel mirovayetî, başî û aştiyê derbas kiriye û got: “Mizgîn, kesayetek a fedekar bû, dilê tu kesî nedihişt. Her tim aştîxwaz bû. Her kesên ew nas dikirin jê wê razî bûn. Em jî li ser rêça wê ne û daxwaza aştiyê dikin.” Dayika Aştiyê Gulperî Îlbasan jî destnîşan kir ku Hozan Mizgîn her tim ji bo hevalên xwe keseke fedekar bû û wiha axivî: “Em bejna xwe li ber têkoşîna wê ditewînin. Bi salan bedelên giran hatin dayin. Xwedê rehma xwe li hemû şehîdên ji bo welat û zimanê xwe jiyana xwe ji dest dane bike.”
Komê di bîranînê de dua xwendin û dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin û piştre vegeriyan.
Kobanê

Li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê Hozan Mizgîn (Gûrbet Ayîdin) bi amadebûna bi dehan kesan li hola çandê hat bîranîn. Di heman demê de hunermendên Kurd ên Tev Çandê jî hatin bîranîn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, Endama Çand û Hunera Baqî Xido Zozan axivî û got: “Jinê di her warî de xwe isbat kiriye. Jinê hem di warê huner û him jî di warê siyasî û leşkerî de jî xwe bi pêş xist. Jin bû pêşeng û mînaka wê jî Mizgîn e. Mizgîn li hemberî her cûre desthilatdariyê li ber xwe da û bû dengê jinê, derxistina dengê jinê jî barekî ne hêsane. Lê hunermendên jin wî barî bi helbest, stran û destanan derdixin pêş.”
Piştre jî sînevizyonek li ser jiyana hunermendên Kurd hat nîşandan.
Koma Esmer û Koma Botan stranên xwe yên şoreşgerî pêşkêş kirin.