Berdevkê HSDê Ferhad Şamî got ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Helebê bersiv daye êrîşên komên çete û derbe li komên êrîşkar daye. Yek ji Fermandarên HSDê Sîpan Hemo jî destnîşan kir ku roj roja rûmetê ye û got: “Berxwedana gelê me dê her tim van êrişan têk bibe.”
Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî li ser hesaba xwe ya Xyê peyamek parve kir. Ferhad Şamî diyar kir ku çeteyên girêdayî Hikumeta Şamê bi çekên giran êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dikin û da zanîn ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn yên Helebê jî hewl dide gelê herêmê ji van êrîşan biparêzin.

Peyama Ferhad Şamî wiha ye:
“Komên girêdayî Hikumeta Şamê bi çekên giran êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin. Hêzên Ewlehiya Hundirîn ji bo parastina şêniyên her du taxan bi berxwedanek mezin bersivê didin van êrîşan. Di saet 15.00an de êrîşa ku bi tankan li hember Girê Castello pêk hat ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hundirîn ve hat têkbirin. Her wiha komên êrîşkar mirî û birîndarên xwe li erdê hiştin û bi paş ve vekişiyan. Li aliyê din komên girêdayî Hikumeta Şamê bi topan êrişî herêmên Suryayan kirinfe û li vir 2 welatî birîndar bûne.”
Sîpan Hemo: Berxwedana gelê me dê êrîşan têk bibe

Endamê Fermandariya HSDê Sîpan Hemo jî li ser hesaba xwe ya Xyê peyamek parve kir. Sîpan Hemo da zanîn ku taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd du taxên ku sembola berxwedanê ne û wiha got: “Em bawer dikin gelê me wê axa xwe biparêze û îro roja rûmetê ye, ev 15 sal in gelê me li vir xwe diparêze û îro jî dê xwe biparêze. Gelê me di hişmendiyek welatparêz de ye ku ev hişmedî heya îro bûye wesîleya serkeftinê. Berxwedana gelê me wê her tim van êrîşan têk bibe û baweriya me ya bi gelê me re bêguman e.”













